Bi hezaran kes li Nisêbînê dîwarê şermê protesto dikin

Bi hezaran kes li Nisêbînê dîwarê şermê protesto dikin

Bi armanca protestokirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin, 20 hezar kes li ber Navenda Çandê ya Mîtannî ya li Nisêbînê kom bûn. Bi hezaran kesên ji duh êvarê û vir ve ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê ketine ser rê, li gel astengiya polîsan jî xwe gihandin Nisêbînê. Bi hatina Hevserok û parlamenterên BDP'ê re mîtîngê destpê kir. Li bin xetê jî 5 hezar kes li Qamişlo hatin cem hev û bi çepik, tililî û dirûşman piştgiriyê didin çalakiya li Nisêbînê.

Girseya gel a ji Midyad û Mêrdînê danê sibê ket ser rê, li ser rêya Îpekê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Li dû hevdîtinan destûr ji derbasbûna girseyê re hat dayîn û bi vê yekê re konvoyek ji 500 wesayîtî xwe gihand Nisêbînê.

Li qada mîtîngê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îbranî pankartên bi wêneyên têlên sînor û nivîsa "Em dîwarê şermê naxwazin", "Ya emê ambargoya li hemberî Rojava rakin, ya jî emê Bakur bikin Rojava", "Gelê Kurd sînoran nas nake", "Dîwarê şermê sûcê mirovahiyê ye" hatin daliqandin. Qada mîtîngê her wiha bi wêneyên yek ji fermandarên HPG'ê Akîf Dogan, alên PKK, KCK, YPG û HPG'ê hat xemilandin. Girseya gel jî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hildigire.

Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan ti dikan nevekirîne. Girseyên gel ên ji Dîlok, Riha, Sêrt, Semsûr, Wan, Mûş, Colemêrg û Şirnexê ketine ser rê jî hînê negihane Nisêbînê.

Polîsan 20 metre dûrî sînor bendên 500 metre dirêj danîne .

BDP'YÎ BI OTOBUSA HILBIJARTINÊ LI NISÊBÎNÊ NE

Hevserok û parlamenterên BDP'ê jî ji danê sibê ve bi otobusa hilbijartinê ya BDP'ê re ji Amedê ketin ser rê. BDP'yiyên ku danê nîvro gihaştin navçeyê, bi hatina wan li qada mîtîngê re, mîtîng destpê kir.

Girseya gel ji bo PKK, Ocalan û Rojava dirûşman diqîre û li ber muzîkê govendê digerîne.

LI QAMIŞLO BI HEZARAN KES LI HEV KOM BÛN

Di vê navberê de li Qamişloyê 5 hezar kes bi alên YPG û pankartan destekê didin çalakiya li Nisêbînê. Sekna girseya gel a dirûşmeyan diqîre, dewam dike.