Bi hezaran kes beşdarî taziya Fermandarê HPG’ê Akil bû

Bi hezaran kes beşdarî taziya Fermandarê HPG’ê Akil bû

Li  Şirnexê Konê sersaxiyê yê ji bo Fermandarê HPG’ê Hemît Akil (Kerim Şirnex) yê di sala 2012’an de li herêma Başûrê Kurdistanê Xaxûrkê di bombebaranên Balerifên Tirkiyeyê  de jiyana xwe ji dest dayî hatî vedan  ji aliyê hezaran kesî ve hat ziyaret kirin.

Konê sersaxiyê yê ji bo yek ji fermandarê HPG'ê Hamît Akil (Kerîm Şirnex) ê di 3'ê Mijdara 2012'an de li gel sê hevalên xwe di encama bombebarana artêşa Tirk de li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, hatî vedan ji aliyê hezaran kesî ve hat ziyaret kirin.

Li ber avahiya  BDP’ê ya navçeya Cizîrê  bi hezar kes hatin gel hev, di nava girseyê de Hevserokê Bajarê Şirnexê Bakî Katar û Hamî Akti, Serokên Şardariyên herêmê, Rêxistin û siziyên civakî, Rêveberên BDP’ê yên navçe û bajaran, MEYA-DER û Endamên Meclisa Şaredariyê hebûn.

Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel yê gerîlayê HPG’ê Akil, alên PKK û KCK’ê hilgirtin. Girseyê bi tilîlî, çepik û sloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "PKK gele, gel li vire" û "Bijî berxwedana YPG'ê" meşiyan. Girse piraniya xwe ji jina pêk dihat. Meş li ber avahiya mala gel û taziya şaredariyê ya li taxa Cûdî bi dawî bû, pişt re bi meşa (Ey Ragîp) rêzgirtin.

 Pişt re Hevserokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar axivî, Katar da diyar kirin ku wê di tu deman kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane neyên ji bîrkirin, îro em bi saya wan têkoşînê didîn meşandin.

Katar bal kişand li ser êrîşên endamên HUPA PAR’a nêzî Hizbullahê tê nasîn û wiha got: “ Hikûmeta AKP’ê ji ber ku niha Hilbillah aniye rewşek legal partî vekirin û navê wê ji kirin HUDA PAR. Misilmantiyê nizanin, HUPA PAR ji wê bê misilmantiyê fêrî me bike.”

Karat destnişan kirin ku, misilmantî bi kêr û saturan nabe û wiha pêde çû: “ Di bin banê HUDA PAR’ê de Hizbillah mirovan wek qesaban şerjê dike. Ev ne dibin mirov ne jî dibin misilman. Gelê Kurd wê bi berxwedana xwe bersivekî herî baş bide van êrişên hovane.”

Dayîka gerîlayê HPG’ê Akil Sasin akil jî got, kurê min kurê hemû gelê Kurde û got: “ Serê Gelê Kurd sax be” ziyaret piştî dûayan bi dawî bû.