Berxwedêran li sînor berxwedan qîriyan

Berxwedêran li sînor berxwedan qîriyan

Berxwedana Kobanê ket roja 69’an û li gudnê Mehser û Miseynterê ku nobeta berxwedanê berdewam dike, gundiyan zincîra mirovahiyê ava kirin. Bi sedan kesên ku destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û dirûşm berzkirin.

Li gundê Mehser û Miseynterê ku nobeta berxwedanê bi rojane berdewam dike, welatiyan zincîra mirovahiyê ava kirin. Çalakiya ku saet di 10.30’an de pêk hat, mirovan destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Bi sedan kesê tevlî çalakiyê bûn dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” û “Kobanê wê ji DAIŞ’ê re bibe gor’ berzkirin û berxwedana Kobanê silav kirin.