BDP: Em êrîşa li Kobanê bi hêrseke mezin şermezar dikin
BDP: Em êrîşa li Kobanê bi hêrseke mezin şermezar dikin
BDP: Em êrîşa li Kobanê bi hêrseke mezin şermezar dikin
BDP nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa çeteyên El Qaîdeyê ya li Kobanê da û got, "Ne tenê çeteya El Qaîde, yên ku piştgiriya lojîstîk û leşkerî didin wan, dewlet û hikûmetên sînorên xwe li wan vedikin jî berpirsyar in."
Navenda Giştî ya BDP'ê der barê êrîşa bombeyî ya duh a li bajarê Kobanê de rû da, ku di encamê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 20 welatî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di dema belavkirina alîkariya însanî de êrîşa hovane rû daye û hat gotin, "Em vê êrîşa li derveyî mirovahiyê ya çeteyên xiyanetê li Îslamê dikin, bi nefret û hêrseke mezin şermezar dikin."
'YÊN DESTEKA LEŞKERÎ DIDIN, YÊN DERIYÊN SÎNOR LI WAN VEDIKIN JÎ BERPIRSYAR IN'
Navenda Giştî ya BDP'ê da xuyakirin ku ji vê êrîşê ne tenê çeteyên El Qaîdeyê, yên ku piştgiriya lojîstîk û leşkerî didin wan, dewlet û hikûmetên sînorên xwe li wan vedikin jî berpirsyar in û ev xal destnîşan kir: "Yên ku ji bo alîkariya însanî negihêje Rojava deriyên sînor girtin û ambargo danîn, hevkarên vê êrîşa hovane ya li Kobanê li hemberî karê alîkariya însanî hatiye kirin e. Divê gelê me vê wiha bibîne û bi vî rengî binirxîne.
Divê ev jî neyê jibîrkirin, raperîna azadiyê, têkoşîna azadiyê ya li Rojava dê ti carî neyê tinekirin, agirê şoreşê dê ti carî neyê vemirandin. Gelê Rojava wê li hemberî ti êrîşan bi paş ve gavan neavêje, têkoşîna xwe ya bi rûmet bi biryardarî bimeşîne.
Weke Partiya Aştî û Demokrasiyê em bi hemû hêza xwe, bi gelê xwe re li cem gelê Rojava û têkoşîna wan a bi rûmet in. Em êş û kesera gelê xwe ya li wê derê ji dil parve dikin. Berxwedana wan berxwedana me ye."
LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ û DEWLETÊN HERÊMÊ BANG
BDP, ji bo êrîşên bi vî rengî yên li derveyî mirovahiyê careke din rû nedin bang li hemû saziyên navnetewyî û dewletên herêmê kir ku bi Desteya Blind a Kurd re hevkariyê bikin. BDP'ê herî dawî berxwedana YPG'ê silav kir û ji malbatên windahiyan sersaxî ji birîndaran jî şifa xêrê xwest.