BDP'ê xwest navê Amed û navçeyên Amedê bibin kurdî

BDP'ê xwest navê Amed û navçeyên Amedê bibin kurdî

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, ji bo navê Amedê û navçeyên Amedê yên berê ku bi piranî bi kurdî bên dayîn daxwaznameya guhertina zagonê da meclisê. 

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, ji bo navê Amedê û navçeyên Amedê yên berê bên dayîn daxwaznameya guhertina zagonê da meclisê. 

Aydogan xwest navê niha Diyarbakir ku di dîrokê de wekî 'Amidi', 'Amedi', 'Amid', 'O'mid', 'Emit', 'Amide' tên binavkirin wekî Amed bê guhertin. Aydogan, xwest navê Diyarbakir wekî "Amed", navê Surê wekî "Dîkran Amed", navê Baglarê wekî "Rezan", navê Yenişehirê wekî "Bajarê Nuh", navê Kayapınarê wekî "Peyas", navê Çermikê wekî "Çêrmûk", navê Çinarê wekî "Çînar", navê Çunguşê wekî "Çûngûş", navê Egilê wekî "Eglê", navê Ergani wekî "Erxenê", navê Hazro wekî "Hezro", havê Hani wekî "Hênê", navê Kocakoyê wekî "Karaz", havê Lice weki "Licê", navê Silvanê wekî "Miya Farqin", navê Kulpê wekî "Pasûr", navê Dicleyê jî wekî "Pîran" bê guhertin.