BDP’ê li Qersê namzetên xwe dan naskirin
BDP’ê li Qersê namzetên xwe dan naskirin
BDP’ê li Qersê namzetên xwe dan naskirin
BDP’ê kesên ji bo namzetiya serokatiya şaredariyê serlêdan kirîn navên wan diyar kirin.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî de BDP’ê kesên ku li Qersê serlêdan kirîn navên wan li avahiya Rêxistina BDP’a Qersê bi meresimekê diyar kirin. Şahî bi rêzgirtinê destpêkir, piştî rêzgirtinê Serokê BDP’ê yê Qersê Tûrgût Taşkiran axivî û spasiya wan kesên ku navên xwe ji bo namzetiyê diyar kirîn re kir û got, em bi vê yekê gelek keyfxweşin.
Taşkiran diyar kir ku 5 kes serlêdan kirine û wiha got: “Partiya me di çarçoveya înşakirina xweserayi demokratîk nêzî rêveberiya herêmî dibe. Armanca me ya bingehî ew e ku em xizmetekî baş bidin gelê xwe û em ê jiyana civakî û azadiya jinan zêdetir bi hêz bikin. Ev hilbijartin referanduma ku hêzên demokratîk bi hêzên kapîtalîst ve dike ye. Wekî hilbijartinên din, dê di vê hilbijartinê de jî bi serkeftina ku em ê bi dest bixin bi awayekî azad, demokratîk û wekhevî xizmetê bidin gel. "
Piştî axaftinan namzetan xwe dan naskirin.