Bayik: Rojava xwe ji xweliya xwe ava dike
Bayik: Rojava xwe ji xweliya xwe ava dike
Bayik: Rojava xwe ji xweliya xwe ava dike
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku Rojava xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava dike û destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide. Bayik diyar kir ku gelê Kurd ê li Rojava di bin dorpêçiyeke giran a aborî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk de, li dijî êrîşan berxwedaneke mezin nîşan dide.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya li gel Ogûz Ender Bîrîncî yê rojnameya Ozgur Gundemê de bal kişand ser girîngiya Rojhilata Navîn a ji bo Cîhanê û destnîşan kir ku êdî li Rojhilata Navîn bêyî PKK, bêyî Kurdan siyaset nikare bê kirin. Bayik da xuyakirin ku di destpêka Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd komploya navneteweyî hatiye kirin û li dû komploya navneteweyî şer li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bûye û tê xwestin ku ev yek li Sûriyê bê temamkirin.
Bayik ragihand ku li gorî encamên ji vê derê derkeve dê Rojhilata Navîn ji nû ve bê dîzaynkirin û got, "Lê belê şerê li Sûriyê dike nake naqede. Çima? Ji ber ku tiştên li Sûriyê diqewime, naşibe yên li welatên din. Ji ber ku Kurd li wê derê hêza diyarker e. Şer hat Sûriyê. Li Sûriyê li Heleb-Şamê dewam kir. Û niha li Rojava şer dewam dike. Şer bi komploya navneteweyî re hat destpêkirin û niha li bingeha xwe ya rast tê meşandin. Li ser Kurdistanê şer tê meşandin. Şerên Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê jî li ser Kurdistanê hatin meşandin. Statu li ser parçekirina Kurdan hat avakirin. Sîstema cîhanê li ser vê hat rûniştandin. Û êdî statuya nû bêyî Kurdan nayê rûniştandin."
Bayik ragihand ku divê stratejiyek xwe dispêre Kurdan bê avakirin û got, "Bi kîjan Kurdan re dê ev statu bê avakirin. Statuyek xwe dispêre Kudê noker an Kurdê azad. Ev yek ê çarenûsa her kesî diyar bike."
Bayik diyar kir ku sedema giranbûna şer li ser Kurdan û PKK'ê ev e û destnîşan kir ku êdî bêyî PKK û bêyî Kurdan dê ti statu çê nebin.
Bayik da xuyakirin ku Cephet El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ne di nav de, tevgera azadiyê ya Kurd a li Rojava ji bo her kesî hêza bingehîn a ewlehiyê ye. Bayik got, "Ji bo derdorên din ên Îslamî, ji bo her kesî wiha ye. Ji bo dewleta Sûriyê jî ewlehiyeke. Ji bo mûxalefeta Sûriyê jî ewlehiyeke. Ji bo hemû hêzên mûxalîf jî. Dîsa ji bo Kurdan jî garantî û ewlehiyeke. Ji bo Emerîka, ji bo Rûsya ji bo her kesî ewlehiyeke."
‘ŞER NIHA JI ALIYÊ DAIŞ VE TÊ MEŞANDIN’
Bayik da xuyakirin ku şerê esasî niha ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ve tê meşandin û diyar kir ku El Nûsra baskekî wê yê biçûk e û got, "Lê bi hev re ne, ya ku bi rêve dibe, ya din e. Ew jî li Stenbolê ji aliyê Tirkiyê ve hat birêxistinkirin. Niha Tirkiye bi her awayî piştgiriyê dide vê rêxistinê. Dîsa cemaata ekîba Fethûllah Gulen rêxistina bi navê Huda-Par van birêxistin dikin, perwerde dikin, li kampên leşkerî perwerdeyê dikin û wan dişînin. Tirkiyê hêviya xwe bi fetisandina şoreşa li Rojava ve girêdaye."
‘GELÊ ROJAVA JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN LI BER XWE DIDE’
Bayik ragihand ku gelê Rojava hemû berdêl daniye pêş çavê xwe û xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava kiriye. Bayik destnîşan kir ku di bin dorpêçiya aborî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk de gel li hemberî êrîşên leşkerî berxwedaneke mezin nîşan daye û anî ziman ku ev gel ne tenê ji bo xwe ji bo rûmeta tevahiya Kurdan li ber xwe dide. Bayik bûyerên li Rojava diqewimin şiband aliyekî bûyerên di dema Şoreşa 17'ê Cotmehê ya Sowyetê û bexwedana gelê Sowyetê ya li dijî faşîzma Hîtler. Bayik da xuyakirin ku gelê Rojava bi berxwedana xwe re rûmeta mirovahiyê temsîl dike û divê her kes vê rastiyê bibîne.
‘ÎRAN DIXWAZA TIRKIYE BI PKK'Ê RE ŞER BIKE’
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku darvekirina du endamên PJAK'ê li Îranê, rasthatin nîne. Bayik bal kişand ser nerm û germbûna têkiliyên Tirkiye û Îranê ji nişka ve û bibîr xist wezîrê karên derve yê rêveberiya nû ya Îranê gera xwe ya destpêkê ya derve li Tirkiyê kiriye. Bayik trafîka dîplomasiyê bibîr xist:
"Dîsa hevdîtinên PDK û Iraqê destpê kir. Hevdîtinên Iraq Tirkiye, Îran Tirkiye, PDK Iraq, PDK Tirkiye, PDK Îran, dîsa Îran Tirkiye, DYE, PDK, YNK û GORAN... Bêguman gelek sedemên van hevdîtinan hene. Sedemeke wê pirsgirêka Kurd e. Di nava vê de jî tevgera azadiyê ya Kurd heye. Sedemeke din jî hilbijartinên Başûr e. Ne aramiyek derketiye holê, ji ber vê xeteriyek derketiye holê. Hewldanên ji bo çareserkirina vê ye. Li aliyê din rewşa Sûriyê heye. Tirkiye û Îran nêzî hev dibin. Eger Îranê di vê demê de darvekirin kiribe, pêwendiya xwe bi rewşa li Kurdistanê, pêşketinên li Sûriyê heye. Bi van darvekirinan re Îran peyamê dide Tirkiyê."
Bayik da xuyakirin ku der heqê têkçûna pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hene û got, "Îran hewl dide van bikar bîne. Bi darvekirinan re dixwaze Tirkiyê ji nû ve êrîşî tevgera me bike."
Bayik diyar kir ku PKK bûye hêza herî diyarker a li Rojhilata Navîn, lewma Îran vê yekê ji bo xwe weke xeteriyekê dibîne û got, "Li hemberî vê xeteriyê dixwazin pirsgirêkên di navbera xwe de deynin aliyekî û di mijara Kurd û PKK'ê de careke din bên cem hev."
‘EM LI PIŞT STRATEJIYA RÊBER APO NE’
Bayik da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê hilweşiyaye û destnîşan kir ku divê muzakere bê destpêkirin. Bayik got, "Ev yek diviyabû di 1'ê Hezîranê de bihata destpêkirin, lê di vî warî de hînê gav nehatiye avêtin; lewma pêvajo hilweşiyaye. Em li pişt daxuyanî û stratejiya Rêber Apo ya di Newrozê de ji cîhanê re îlan kirin e." Bayik xwest ji bo rêveçûna pêvajoyê hersê şertên tevgera azadiyê beriya niha aşkera kiribû, bicih were anîn.