Bayik: Pêvajoya rodeo
Bayik: Pêvajoya rodeo
Bayik: Pêvajoya rodeo
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik gotina AKP’ê ya ‘Pêvajoya çareseriyê baş dimeşe’ şiband sekna gayê di rodeoyê de diheje û diyar kir ku li cihê bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û girtiyên nexweş li girtîgehan tê ragirtin, kes nikare behsa siyaseta demokratîk bike. Bayik got, "Ger ku başî ev be, bila xwedê civakê ji xirabiyên AKP’ê biparêze."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenîozgurpolîtîkayê de bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê ku îdîa dikin, pêvajoya di rewşeke baş de dimeşe. Bayik ev yek şiband sekna gayê di rodeoyê de diheje û di nivîsa xwe ya bi sernavê "Pêvajoya Rodeo" de ev nirxandin kir:
"Hikûmeta AKP’ê li gorî pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin tevnegeriya ye jî, ligel vê Rêbertiyê dibêje pêvajoyek heye. Ligel ku Tevgera Azadiyê ji bo çareseriyê gav diavêje, tê dîtin ku tu hişmendî û niyeta AKP’ê ya çareseriyê tune ye. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd dibêje, AKP mîna gayê mekanîk ê di rodeoyê de diheje, lê tu gav jî navêje. Gotina AKP’ê ya ‘Pêvajoya çareseriyê baş dimeşe’ mîna sekna gayê di rodeoyê de diheje ye.
Rayedarên hikûmetê ku devê xwe vedikin dibêjin ‘Pêvajo baş dimeşe’. Lê aktorên sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd baş dizanin ku bê ev başî tê çi wateyê. AKP çi kiriye ku pêvajo baş dimeşe! Bersiva vê yekê tune ye. AKP bi awayekî aşkere dixwaze bibêje heta hilbijartinê wisa dewam bike dê baş bibe.
Ji ber ku pêvajo bi du aliyan ve tê meşandin, AKP bi awayekî fîîlî pêvajo qedandiye. Lê belê hikûmeta AKP’ê dibêje ji bilî wî tu aliyê din tune ye. Wextê ku ev helwesta wê tê rexnekirin dibêje ‘Dê her kes hedê xwe zanibin’. Piştî vê yekê qala hebûna pêvajoyê dike û dibêje pêvajo baş dimeşe. Ligel ku tu gavan navêje û qalkirina hebûna pêvajoyê tê wateya ji vê baştir saxiya can e. Ligel gav neavêtinê û nekirina tu tiştekî wekî pêvajoyê baş dibîne. Yan jî ‘Ger ku em ji we re dibêjin wisa ye’ dixwaze civakê bixapîne.
'GER BAŞÎ EV BE, BILA XWEDÎ CIVAKÊ JI XIRABIYÊN AKP'Ê BIPARÊZE'
Hikûmeta AKP’ê bi pêkanînên li Tirkiyeyê û yên li Rojava li gorî hikûmetên ku hişmendiya çareseriyê pê re heye tevnagere. Tirkiye ligel ku bi hezaran girtiyên siyasî yên wekî rojnameger, parêzer, girtiyên nexweş bernedaye jî zêdetirî meheke girtin zêde bûye. Beriya hilbijartinê girtinan zêde dike û dawiyê jî bê şerm û fedî dibêje bila siyaset çareser bike. Heta ku bi hezaran siyasetmedar girtî bin, rojnamegerên muxalîf di girtîgehê debin, parêzer ji ber ku çûne Îmraliyê hevdîtin pêk anîne hatibin girtin, gotinên ‘Bila siyaset pirsgirêkan çareser bike, pêvajo baş dimeşe’ tê çi wateyê baş tê zanîn. Ger ku başî ev be, bila xwedê civakê ji xirabiyên AKP’ê biparêze.
Dibe ku li Tirkiyeyê ji bo hin aliyan siyaseta demokratîk tê meşandin, lê belê ji bo kurdan siyaseta demokratîk bi awayekî azad nayê meşandin. Siyaseta demokratîk ne tenê di meclisê de xwedî 20-30 parlamerteran bin. Bi taybetî li Tirkiyeyê meclisa ku bi hejmara zêde tê birêvebirin ev ne tu tiştek e. Bi hezaran siyasetmedarên girtîgehê de bên girtin tê wateya ku hemû hêza partiyeke siyasî di zindanê de ye. Ji ber vê yekê axaftina parlamenterekî wekî siyaseta demokratîk bi navkirin tê wateya ku li hundirê çavê kurdan binêrin û henekê xwe bi wan bikin. Lê mixabin yek jî dernakeve û nabêje li cihê ku ewqas siyasetmedar girtîne tu qala kîjan siyasetê dikî.
'JI MUZAKEREYÊ PÊVTIR TIŞTEKÎ KU RÊBERT3I BIKE NAMEYE'
Ger ku hê jî parêzerên Rêberê Gelê Kurd girtî ne û parêzer nikarin biçin Îmraliyê wê demê qala kîjan pêvajo dikin? Ger ku pêvajoya tê gotin ji bo çareserkirina pirsgirêkê di navabera kurdan û hikûmeta Tirkiyeyê de muzakere tê kirin û li hev kirinek çêbûye, li holê tiştekî wisa tune ye. Hikûmeta vê pêvajoyê bi kê re dimeşîne? Ger ku li Îmraliyê dimeşîne, Rêberê Gelê Kurd got ku AKP li holê tu pêvajo nehiştiye. Rêberê Gelê Kurd dibêje ku ‘Ger ku hikûmet dest bi muzakereyek nirxdar neke mirov nikare qala pêvajoyê bike’. Hikûmet jî heta niha bersiv nedaye vê banga Rêberê Gelê Kurd.
Rêberê Gelê Kurd çi ji destê wî hatiye kiriye. Ji niha şûnde tu kes nikare tiştekî ji Rêbertiyê bixwaze. Ji muzakereyê pêvtir tiştekî ku Rêbertî bike nemaye. Êdî ji vê pêvtir tiştekî ji Rêbertiyê bê xwestin neheqî ye û dibe parêzvanê polîtîkayên mijûlkirina yê AKP’ê.
Rêberê Gelê Kurd heta niha bi sebr û bi awayekî maqûl nêzîk bû. Dixwaze pirsgirêkê bi siyaseta demokratîk û muzakereyê çareser bike. Lê belê ev herdu aliyên çareseriyê jî pêk nehatine. Destê Rêberê Gelê Kurd û gelê kurd li hewa mane. Heta niha tiştên bi serê 8 agirbest û bêçalakîtiyê hatine bi serê agirbesta 9’emîn jî anîn.
Jiber ku heta niha dewleta kûr, dewleta paralel, dewleta legal û bi tevahî hişmendiya hegemonyayê neguheriye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav nehatiye avêtin. Aliyê ku ji bo çareseriyê gav navêje dê di bin têkoşîna gelên Tirkiyeyê yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin de bimînin."