Baranê jiyana li Şengal û Duhokê tevizand

Baranê jiyana li Şengal û Duhokê tevizand

Barana duh li herêma Başûrê Kurdistanê bariya, li Duhokê mal di binê avê de hişt, li Şengalê jî jiyan tevizand.

Barana ku ji duh serê sibê û pê ve li herêma Başûrê Kurdistanê barî, rê li ber zerar û ziyana mezin vekir. Ji ber barana zêde, li Duhokê mal û zevî di binê avê de man û ziyaneke gelekî mezin li şêniyên herêmê kir.

Baranê li Şengal û derdora wê jî jiyan tevizand. Ji ber barana zêde lehî rabû û zarar da mal û milkê gel. Lehiyê di rê de golên avê çêkir û gelek wesayît di rê de asê man. Ji ber baranê gelek welatî xwe negihandin malên xwe û neçar man xwe bavêjin ber starekê.