Balefirên keşfê li ser sinor digerin

Balefirên keşfê li ser sinor digerin

Li ser herêma Şemzînan, Xakurkê, Şehîdan û Rûbarokê balefirên bê mirov yên keşfê digerin.

Balefirên bê mirov yên keşfê li herêmên Şehîdan, Rûbarok û Şemzînanê yên Colemêrgê û herêma Xakurkê ya di bin kontrola gerîlayên HPG’ê de digerin. Di demjimêrên şevê de jî liv û tevgera hewayî domkir û her wiha bi wesayîtên kîrpî yên leşkerî sewqiyat ber bi sinor ve hate kirin.

Li aliyê din jî hate hînbûn ku, beriya 4 rojan leşkerên daxistine Zozanê Meydanok ya mezrayên Tekelî û Tanyolû yên girêdayî gundê Gunyaziyê, di nava tevgeran de ne. leşkerên ku daxistine geliyên gundê Demanê, Meleviya û Kiseyê jî di nava tevgerê de ne.