Bajarên Rojhilatê Kurdistanê dibin dorpêça hêzên rejîma Îran’ê dene
Bajarên Rojhilatê Kurdistanê dibin dorpêça hêzên rejîma Îran’ê dene
Bajarên Rojhilatê Kurdistanê dibin dorpêça hêzên rejîma Îran’ê dene
Piştî li girtîgehên Urmiye, Selmas û Seqizê girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin, li Rojhilatê Kurdistanê li gelek deveran rewşekî awarte ya leşkerî hatiye destpêkirin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatine wergirtin, piştî bidarvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li ser nerazîbûna gelê Kurd a li hemberî rejîmê, hêzên îtlaatê li gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê rewşekî awarte ya leşkerî dane destpêkirin. Bi taybet piştî li bajarê Merîwanê Sêşema derbasbûyî xwepêşandan li dijî bidarvekirinên rejîma Îranê hatin li darxistin, hêzên îtlaatê dor li bajarê Merîwanê girtine û di nava bajêr de rêyên sereke ji aliyê leşkeran ve hatine girtin û xelkê bajêr li nuqteyên kontrolê di lêgerîneke dijwar re tê derbaskirin.
Li gorî heman çavkaniyan hate zanîn ku, hêzên îtlaatê zextê li ser malbatan dikin ku giliyê zarokên xwe li cem wan bikin û radestî hêzên îtlaatê bikin.
Hêjayî gotinê ye herdem hêzên rejîma Îranê xwestine bi van nêzîkatiyên xwe gelê Rojhilatê Kurdistanê çavtirsandî û bêdeng bikin, lê belê gelê Rojhilatê Kurdistanê di rojên bihurî de dabû diyarkirin ku, ‘ewê li hemberî zext û zilma komara îslamî ya Îranê bêdeng nebin û xwedî li têkoşîna xwe derbikevin.’