Asya Ebdullah: Bi pêşengiya jinan ber bi azadiyê ve dimeşin
Asya Ebdullah: Bi pêşengiya jinan ber bi azadiyê ve dimeşin
Asya Ebdullah: Bi pêşengiya jinan ber bi azadiyê ve dimeşin
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bi telefonê tevlî çalakiya jinan a li ser sînor bû û diyar kir ku tevî hemû êrîşan jî ew hê li eniya pêş şer dike. Ebdullah ev tişt anî ziman: "Ti êrîş nikare jinan ji têkoşîna wan dûr bîxe. Îro li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan ber bi azadiyê ve dimeşin. Em ê bi pêşengiya jinan Kurdistana azad ava bikin."
Bi hezaran jin tevlî meşa jinan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan li ser sînor daye destpêkirin bi mîtînga li gundê Mehserê hat lidarxistin bi dawî bû. Jinan di mîtîngê de di şexsê siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê bi 2 hevalên xwe re hat qetilkirin, Arîn Mîrxan a çalakiya fedaî pêk anî ji hemû jinên têkoşer deqeyek rêz hat girtin. Jinan bênavber "Bijî berxwedana YPJ'ê berz kirin û bi stranên ji bo YPJ/YPG'ê hatin gotin.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bi telefonê tevlî mîtîngê bû û got ku tevî hemû astegiyan jinên ji çar hêlan ve ji bo destekirina berxwedana şervanên YPJ'ê hatine ser sînor watedar e. Ebdullah anî ziman ku tevî hemû êrîşan jî ew hê li eniya pêş şer dike û wiha axivî: "Em hemû jinên têkoşer bi bîr tînin û em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Jinên Kurd ên ku ev mîrasa wan dewr girtine li Rojava li ber xwe didin. Tu êrîş nikare jinan ji têkoşîna wan dûr bixe. Hê jî şoreşa jinan didome. Îro li çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan ber bi azadiyê ve dimeşin. Em ê bi pêşengiya jinan Kurdistana azad ava bikin."
Ebdullah got ku jin dîrokê dinivîsînin û wiha berdewam kir: "Jin sînoran nas nakin, ji bo silavkirina berxwedêrên YPJ'ê hatine ser sînor. Berxwedana YPJ'ê bersiva li dijî desthilatdariya zilaman, komkujiya li ser jinan û îktîdarê ye. Ji ber vê yekê ev şoreş hemû jinan digire nav xwe û di vê çarçoveyê de bûye mînaka herî di cih de."
Parlamentera berê ya YNK'ê Nermîn Osman jî di mîtîngê de axivî û silavên xwe ji berxwedêrên Kobanê re şand. Osman got ku îro jin pêşengiya vê rojê dikin û wiha axivî: "Jin li hemberî êrîşan di eniyê de şer dikin û li zîndanan li ber xwe didin. Jinên Kurd li hemberî DAIŞ'ê şer dike."
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî di mîtîngê de axivî û ev tişt anî ziman: "Gorên ku li Kobanê ji bo jinên Kurd hatibûn vekirin çeteyên DAIŞ'ê ketinê. Îro xeyalên Kurdistanê li Kobanê bi cih tê. Di şexsê Kobanê de Kurdistan azad dibe. Em dibêjin êdî destên xwe ji jinan bikşînin. Jiyana ku jinan nasnake em jî wê nasnakin. Têkoşîna jina heta Îmrali xuya bibe em bidomînin. Birêz Abdullah Ocalan got ku Kobanê navende û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Peywira giran dikeve ser milê jinan. Tiştên ku hatine kirin têrê nake divê em têkoşînê bilindtir bikin."