Asayîşa Rojava: Şewata avahiya partiyekê provakasyoneke li dijî gelê kurd
Asayîşa Rojava: Şewata avahiya partiyekê provakasyoneke li dijî gelê kurd
Asayîşa Rojava: Şewata avahiya partiyekê provakasyoneke li dijî gelê kurd
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku avahiya El Parti ya Tirbespiyê ku şevêdin hatibû şewitandin, ji hundir ve hatiye şewitandin. Asayîşê bal kişandi ku tu derî û şibakeyên avahiyê nehatine şikandin, şopên dexdanê nîn in û diyar kir di demeke ku kurd yekîtiya xwe xurt dikin de ev şewat provokasyonek e.
Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê şewata ku şevêdin di avahiya El-Partî ya Tirbespiyê derketibû de daxuyaniyek nivîskî weşand û encamên lêkolînê ji raya giştî re eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şevêdin saet derdora 00.30’an de di avahiya El –Partî de şewat derketiye û li ser agahdarkirinê hêzên asayîşê û îtfaiyeyê çûne cihê bûyerê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî agir hatiye vemirandin, lêkolîn hatiye destpêkirin û encamên lêkolînê wiha hatin rêzkirin: “Li gorî lêkolînê kes yan jî kesên ku ev şêwat derxistiye, avahiyê baş nas dikin. Ji ber ku şewat li hundir destpê kiriye, derî û şibake nehatine şikandin. Mifteya derî yan jî şibakeyan nehatiye şikandin. Şopa dextê li ser derî û şibakeyan nîn e. Her wiha li hundir hemû derî wekirî hatine hiştin. Kesê ku ev kar kirine, hedef kirine ku agir bigihîje hemu odeyan. Şêwat bi mazotê hatiye derxistin. Di şewatê de qanepe, mase, kursî, plazma û komputurek şewitîne.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demeke ku gelê kurd hem di warê leşkerî hem jî di warê siyasî de serkeftinên mezin bidest xistine û amadekariyên rêveberiya demî dikin de pêwîstiya kurda herî zêde bi yekîtî û biratiyê heye. Lê şewata avahiya partiyekê provakasyoneke li dijî gelê kurd e.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro jî li Tirbesipiyê mayinek hatiye dîtin û ji aliye hêzên asayîşê yên pispor ve hatiye bêtesîrkirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku derbarê her