Artêşa Tirk li Amedê derket operasyonê
Artêşa Tirk li Amedê derket operasyonê
Artêşa Tirk li Amedê derket operasyonê
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Amedê derketiye operasyonê, li Qaxizmanê jî kemîn daniye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk bi helîkopterên kobra li derdora herêma Akdag a Amedê û qadên Mişke, Xeylan û Geliyê Heydan ên ser bi navçeya Çewlik Dara Hênê derketiye operasyonê. Di daxuyaniya li ser mijarê de ev agahî hat dayîn:
"Di 7'ê Mijdarê saet li dora 06:00 de artêşa TC a dagirker, li herêma Akdag a Amedê û derdora qadên Mişke, Xeylan û Geliyê Heydan ê Dara Hênê bi helîkopterên kobra derketiye operasyonê. Operasyon heman rojê saet di 15:00 de bi bêencam bi dawî bûye.
di 9 û 11'ê Mijdarê de li ser rêya Kapason a navçeya Qers Qaxizmanê artêşa TC a dagirker, bi taybetî êvarê kemîn daniye. Her wiha li vê derdorê li ser rê kontrolên tund tên kirin.
Di 11 û 12'ê Mijdarê saet di 23:00 û 03:00 de balafirên bê mirov ên artêşa TC a dagirker li ser qada Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji saet 23:00 heta 11:00 li herêma Gare keşif kirine."