Artêşa Iraqê 2 gund ji DAIŞ’ê rizgar kir

Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona ku îro li Giyara û gundên derdorî wê dayî destpêkirin, 2 gund rizgar kirin.

Di operasyona artêşa Iraqê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê ku dayî destpêkirin, gundê Zehlîlen û Ocebe yên girêdayî Giyarayê ji çeteyan paqij kirin.

Artêşa Iraqê bi alîkariya balafirên Koalîsyonê operasyona rizgarkirina gundên parêzgeha Giyarê ya ser bi Mexmûrê berdewam dike. Operasyona ji bo rizgarkirina 2 gundan ji aliyê tabûra Selahedin a artêşa Iraqê ve serê sibehê hat destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Her wiha 9 cenazeyên çeteyan ketin destê artêşa Iraqê.

Heftiya bihorî Wezîrê Parastinê yê Iraqê, Xalid Ûbeydî li Mexmûrê civînek ji çapemeniyê re li darxist û ragihand ku artêşa Iraqê 18 gund rizgar kirine. Ubeydî her wiha diyar kir ku bi vî awayî operasyona rizgarkirina Mûsilê nêz dibe.