Amedî dê guh nedin Erdogan û Barzanî
Amedî dê guh nedin Erdogan û Barzanî
Amedî dê guh nedin Erdogan û Barzanî
Rêxistina BDP'ê ya Amedê dê hatina Serokwezîr Erdogan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di 16'ê Mijdarê de bên Amedê şermezar bike. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan anî ziman ku Amedî dê guh nedin hatina wan û dê pirsa "Te ji bo aştiyê çi kir" bipirsin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê têkildarî hatina Serokwezîr Erdogan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di 16'ê Mijdarê de bên Amedê li avahiya BDP'ê ya Amedê duxuyanî da çapemeniyê. Rêveber û parlamenterên BDP'ê li salona Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê ya Amedê daxuyanî dan.
'ERDOGAN A KU BI BÛRKAY NEKARÎ BIKE, DIXWAZE BI BARZANÎ BIKE'
Di civînê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz û nûnerên saziyên civakî jî di nav de bi sedan welatî amade bûn. Di civînê de Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz anî ziman ku hatina Erdogan û Barzanî cihê fikarane û got: "Kar û peyvira Barzanî komkirina Kongreya Netewaya Kurd e. Beşdarî Newroza 2013'an a Amedê nebû. Rol û rista xwe ya li hemberî gelê kurd pêk nîne. Li şûna peyvira xwe ya ji bo kongreyê pêk bîne tev li kongreya AKP'ê dibe. Li ser banga Serokwezîr Erdogan tê Amedê. AKP'ê xwest bi Burkay li Kurdistanê qadekê veke. Lê ji ber ku bi ser neket niha dixwaze bi Barzanî wekî maşikê bikar bîne û bi rêya Barzanî qada hilbijartinê veke. Ev polîtîkaya AKP'ê ya hilbijartina 2014'an e. Divê Birêz Barzanî nebe polîtîkayên qirêj ên AKP'ê Divê ji bo yekîtî û kongreya gelê kurd bixebite. Em dê di 16'ê mijdarê saet di 12.00'an de wekî Rêxistina BDP'ê ya Amedê li ber avahiya BDP'ê daxwazên xwe bînin ziman.
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî anî ziman ku ew komkujiya li dijî Heyv a Sor a Kobaniyê pêk hat şermezar dikin û kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tîne. Aydogan anî ziman ku hatina Barzanî ya Amedê ji bo gelê kurd suprîzek bû wiha got: "Ji ber ku her dem şert û mercên hatina Birêz Barzanî hebû. Lê li şûna ku Amedê tercîh bike bêtir Enqere tercih dikir. Barzaniyê ku di Newrozê de nehat Amedê niha li ser banga Erdogan tê Amedê. Duh li Rojava bi tevlêbûna 82 kesan meclîs hat avakirin. Ev meclîs dê pêşengiyê ji modela xweseriya demokratîk a gelan re bike. Ger ku peyvira xwe ya li hemberî gelê kurd pêk anîbuya dê hevserokên me jî ew pêşwazî kiribûna."
Aydogan anî ziman ku hikûmet dixwaze bi rêya Barzanî û KDP'ê li pêş Şoreşa Rojava astengiyê pêk bîne û wiha got. "Ambargoya li ser Rojava bi piranî bi destê Barzanî pêk tê. Hatina Salih Muslim ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin. Hatina Barzani girêdayî geşedanên li Rojava ye. Barzanô divê her tişt li gorî min li Rojava pêş bikeve. Lê bila li qusûrê nenêre. Birêz Ocalan 20 salan li Sûriyê ma. Îro gelê Rojava di xet û rêça Birêz Ocalan de dimeşe."
Aydogan anî ziman ku Amedî dê guh nedin hatina wan û dê pirsa "Te ji bo aştiyê çikir" bipirsin.