Alîkariya Tetwaniyan a ji bo Şengal û Kobanê hat radestkirin

Alîkariya Tetwaniyan a ji bo Şengal û Kobanê hat radestkirin

Li Tetwanê di pêşengiya DOKH’ê ji bo piştgiriya gelê Şengal û Kobanê ku berî niha bi du hefteyan kampanyayek hatibû destpêkirin, alîkariya hat komkirin di mîtînga mezin a jinan a 25’ê Mijdarê de radestî kesên pêwendîdar hat kirin.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH)’ê ji bo piştgiriya ji welatiyên Şengal û Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ cih û warên xwe terk kirin kampanyayek hatibû destpêkirin. Di çarçoveya xebatên kampanyayê de li ber deriyê AVM ê kermes hat vekirin.

Paşê li Otela Kardelen bi tevlîbûna malbatên ku ji Kobanê koçber bûne, malbatên şehîdên Kobanê û gelê Tetwanê bernameyek ku dengbêj Gazin û koma xwe ve beşdar bibûn ve domiya. Di bernameyê de şehîdên Tetwanê û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan a li hember çeteyên DAIŞ çalakiya fedayî pêk anî, Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, şervana YPJ’ê Dîlan Bîngol a li Kobanê jiyana xwe ji dest da hatin daliqandin.

Di kampanyaya alîkariyê de piştgiriya ku hatibû berhevkirin, ji aliyê jinên Bedlîs û navçeyên wê ve di 25 ê Mijdarê mîtînga mezin a li sînorê Kobanê radestî kesên pêwendîdar hat kirin.