Alîkara Serokê BDP’a Elkê hate girtin

Alîkara Serokê BDP’a Elkê hate girtin

Alîkara Serokê BDP’a Elkê Vahîde Erdem bi sûcdariya alîkarî daye PKK’ê hate girtin.

Rêvebera BDP’a navçeyê Vahîde Erdem û kesekî din jî li gel hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsînê serbest hatibûn berdan.

Lê belê polîsên Tirk, îro dema ku Vahîde Erdem ji navçeya Elkê ya Şirnexê dihat li Qereqola Cendirmeyan ya Xabûrê ya girêdayî Qilabanê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku, Erdem bi sûcdariya “alîkarî û piştgirî daye” PKK’ê hatiye girtin.