Ala DBK'ê li ser bendên kontrolê hatin daliqandin

Ala DBK'ê li ser bendên kontrolê hatin daliqandin

Li Efrînê Komîteya Ewlekariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd (DBK) di çarçoveya biryara ku di civîna xwe ya çend roj beriya niha de girtibû de, alên desteyê li bendên kontrolê daliqandin.

Endamên Komîteya Ewlekariyê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd ji bo bicih anîna biryarên ku di civîna xwe ya dawî de girtibûn, li ser bendên kontrolê yên herêma Efrînê geriyan û ala DBK'êli ser bendan daliqandin.

Her wiha li navçeyên Efrînê jî dest bi avakirina şaxên Komîteya Ewlekariyê hate kirin.