AKP'yiyan êrîşî kargehên bernamzetê BDP'ê kirin
AKP'yiyan êrîşî kargehên bernamzetê BDP'ê kirin
AKP'yiyan êrîşî kargehên bernamzetê BDP'ê kirin
Kargehên benamzetê BDP'ê yê Şaredariya Qûbînê rastî êrîşa xizm û birayê Şaredarê Qûbînê yê AKP'yî Saît Karabûlût rast hat.
Li navçeya Êlih Qûbînê, duh bi şev saet li dora 23:00 komek ji 15-20 kesan bi ço û keviran êrîşî Çakar Market, Çakar Ekmek Firin û Dede Efendî Alî Çay Bahçesî Yên bernamzetê BDP'ê Beşîr Çakir kir.
Hat ragihandin ku êrîşkar birayê Şaredarê Qûbînê yê AKP'yî Saît Karabûlût, Îlhan Karabûlût, kurê wî Salih Karabûlût pismam û xizmên wî ne. Êrîş 50 metre dûrî Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Qûbînê rû da, lê balkêşe ku heta niha ti kes nehatine binçavkirin.
Hat hînbûn dê der barê êrîşê de sibê saet di 12:30 de bi beşdariya rêxistina BDP'ê ya Êlihê û rêxistinên civakî yên sivîl, civînek çapemeniyê bê lidarxistin.