8 kesên li Pulurê hatin binçavkirin derketin pêşberî dozgeriyê

8 kesên li Pulurê hatin binçavkirin derketin pêşberî dozgeriyê

8 kesên di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Serdozgerê navçeya Dêrsim Pulurê Mûrat Ûzûn de hatin binçavkirin, sewqî Edliya Meletiyê hatin kirin.

Der barê bûyera kuştina Serdozgerê navçeya Dêrsim Pulurê Mûrat Ûzûn de 8 BDP'yiyên roja 8'ê Mijdarê li Stenbol û Pulurê hatin binçavkirin, sewqî Edliya Meletiyê hatin kirin. Îfadeya binçavkiriyan ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Meletiyê yê bi xala 10. a TMK erkdare ve tê girtin.

Li navçeya Dêrsim Pulurê, Serdozger Mûrat Ûzûr ê li lojmanên Edliyê yên li taxa Kandolar rûnişt, di 19'ê Îlona 2012'an de dema diket hundirê xanî di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.