7 birîndarên êrîşa Kobanê birin Bakurê Kurdistanê

7 birîndarên êrîşa Kobanê birin Bakurê Kurdistanê

Ji welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya Kobanê de birîndar bibûn, 7 kesên ku rewşa wan giran bû, birin Bakurê Kurdistanê.

Welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya li Kobanê de birîndar bibûn, li nexweşxaneyên bajêr têne dermankirin.

Li aliyekê ji bo birîndaran banga xwînê tê kirin, li aliyê din birîndarên ku rewşa wana giran in, dibin Bakurê Kurdistanê.

Hate gotin ku 7 welatiyên rewşa wan giran e, birine Bakur.