25’ê Mijdarê nizane lê..

25’ê Mijdarê nizane lê..

Feleh Hemed a ji Kobanê ku ji agahiya wê ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinê ya Navneteweyî tune û ji erdnîgariyeke ku êşa şîdetê bi kurahî tê jiyîn, tê wateya têkoşîn û berxwedana jinê ji dil hîs dike û dilê wê bi berxwedêrên li ser axa wê têdikoşe. Hemed ku zarokê xwe di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de winda kir, diyar kir ku dilê wê bi jinên li wir in re ye û got,  "Ez dixwazim jin piştgiriyê bidin wan."

Jina bi navê Feleh Hemed ya 45 salî ku me der barê 25’ê Mijdarê de nêrînên wê pirsî, got ku agahiya wê ji vê rojê tune û banga  piştevaniya jinan kir.  Hemed ku kurê wê yê 17 salî ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin, her çiqas ji dîroka 25’ê Mijdarê ne agahdar be jî, têkoşîna li dijî şîdetê baş dizane û fêr bûye. Hemen ku kurê xwe di zilma DAIŞ’ê de winda kir bi 8 zarok û hevserê xwe yê nexweş re ji ber zilma DAIŞ’ê reviya û hat Pirsûsê di înşaeta mizgeftekê de têkoşîna jiyanê dide. Hemed bang li hemû jinên çar parçeyê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin YPJ’ê û jinên Kobanê.

Hemed da zanîn ku ew hewl didin jiyana xwe berdewam bikin û got: “Em li Kobanê dixebitîn, me jiyana xwe berdewam dikir. Me zarokên xwe hewceyê kesî nedikir. Me her tiştê xwe hişt em hatin vir. Di şevekê de me zarokên xwe ji bi lingên tazî girt û em ketin rê. Em şevekê li sînor razan. Piştre em hatin Pirsûsê. Em li vê mizgeftê 10 malbat hatin bicihkirin. Em li erdê radizên. 8 zarokên min hebûn. DAIŞ’ê yek qetil kir.

DIVÊ PIŞTEVANÎ BÊ MEZINKIRIN

Hemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jinên koçber bi jinên Kobanê û Şengalê re ne. Tevî hemû tiştî em ê dest ji Kobanê bernedin. Heta dilopa dawî ya xwîna me em ê dest ji Kobanê bernedin. Em dîl bên girtin jî em dest ji Kobanê bernadin. Divê jin piştevaniya xwe mezin bikin.”