25'ê Mijdarê jin li Amedê dadikevin qadan
25'ê Mijdarê jin li Amedê dadikevin qadan
25'ê Mijdarê jin li Amedê dadikevin qadan
Nûnerên Platforma Jinan a Amedê ku ji saziyên jinan ên Amedê pêk tê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li dijî Jinê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vexwendin meşê. Her wiha xebatkarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin li fîlma Dema Perperikan a xwişkên Mîrabal temaşe kir.
Ji bo têkoşîna li ser tundiya li dijî jinan roja 25'ê Mijdarê jin wê dakevin qadan. Li Amedê 23'êMijdarê roja Yekşemê saet: 13:00'an wê ji aliyê Platforma Jinan a Amedê ve ji Parka Koşuyolu heta Qada Îstasyonê meşek bê lidarxistin. Jin roja 25'ê Mijdarê jî ji bo silavkirina berxwedana Kobanê û piştgiriya bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê berê xwe bidine Pirsûsê.
Nûnerên Platforma Jinan a Amedê ku Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Yuksel Aslan Acer jî di nav de belavok li xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin belav kirin û ew ji bo meşê vexwendin. Acer diyar kir ku ew ê 25'ê Mijdarê bi hev re berê xwe bidine Pirsûsê.
Ji aliyê din ve xebatkarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li fîlma Dema Perperikan temaşe kirin. Fîlm behsa xwişkên Mîrabal dike ku 25'ê Mijdara 1960'î li Komara Domînîk rastî destdirêjiyê hatin û hatin kuştin dike. Fîlm li Sînemaya Berûkê ya Burhan Karadenîz hate nîşandan.