2 xwendekar hatin binçavkirin

2 xwendekar hatin binçavkirin

Polîsên li ber deriyê Zanîngeha Yuzuncu Yil nasname kontrol dikirin 2 xwendekar binçav kirin.

Beriya şahiya ku wê bi wesîleya 36. salvegera damezrandina PKK’ê, li kampûsa Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yil bê lidarxistin, polîsan di ketina zanîngehê de kontrola nasnameyan kirin. Polîsên nasname kontrol dikirin xwendekarên bi navê Ferhat Erbab û Serhat ê navê wî nehat zanîn derb kirin û paşê kirin bin çavan.

Piştî her du xwendekar hatin binçavkirin, xwendekaran li kampusê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Çalakiya rûniştinê ya xwendekaran didome, dorpêça polîsan li zanîngehê jî berdewam dike.