2 şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hat oxir kirin

2 şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hat oxir kirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ehmed Hesen(Xidir) û Sadiq Muslim Memo(Mezlum) ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ehmed Hesen(Xidir) û Sadiq Muslim Memo(Mezlum) ku li gundên Cilbirê û Zaretê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ'ê re de jiyana xwe jidest dabûn, ji Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînêji aliyê hezaran kesan ve hatin wergirtin. Cenazeyên herdu şervanên YPG'ê piştre bi karwanekî wesayitan û bi duruşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG’ê" birin Goristana Şehîdan a li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera.

Piştî ku karwan gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Efrînî xwend, li ser navê Meclîsa Gel a Şera Eslan Şera û malbatên şervanên YPG'ê axaftin kirin. Di axaftinan de berxwedana YPG’ê hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku heta gelê Kurd mafê xwe bidest bixe, wê têkoşîn bê bilindkirin.

Piştî axaftinan cenazeyên herdu şervanên YPG'ê bi tîlîliyan spartinaxê.

Nasnameya şervanên YPG'ê wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed Hesen

Nasnav: Xidir

Navê dayikê: Hûriyê

Navê bav: Mûrad

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Efrîn/1977

Cih û dîroka şehadetê: Zaretê – Şêrewa – Efrîn – 1 mijdar 2013

Nav û paşnav: Sadiq Muslim Memo

Nasnav: Mezlûm

Navê dayîkê: Fehîme

Navê bav: Mistefa

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Qibêsîn 1995

Cih û dîroka şehadetê: Cilbirê - Şêrewa – Efrîn – 6 mijdar 2013