2 kes li Çelê hatin girtin

2 kes li Çelê hatin girtin

2 kesên ku li Çelê di serdegirtinên malan de bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûne hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 welatiyên bi navên Firat Çetinkaya, Nihayî Çetîn û Şehrîban Çetîn (16) duh di serdegirtinên malan de bi hinceta ku beşdarî çalakiyên Kobanê bûne ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin. Firat Çetînkaya û Nihayî Çetîn ji aliyê dadgeha Çelê ve bi îdîaya beşdarî çalakiyên Kobanê bûne hatin girtin. Şehrîban Çetîn jî ji ber ku temenê wê hê biçûk e serbest hat berdan.

Kesên ku hatin girtin wê sibê bînin Girtîgeha Colemêrgê.