10 meh ceza li Yurdakul ê HDP'yî hat birîn
10 meh ceza li Yurdakul ê HDP'yî hat birîn
10 meh ceza li Yurdakul ê HDP'yî hat birîn
Li Melezgirê endama meclîsa yê şaredariya DBP'ê Emîr Yurdakul ji bo standa îmzeyan hat vekirin bi îdîayên "propagandayên rêxistinî" kiriye 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li navçeya Melezgirê ya Mûşê endamê meclîsa yê şaredariya DBP'ê Emîr Yurdakul dema li hilbijartinên herêmî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên sîyasî standên kampanyayê îmzayê hatibû vekirin, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin. Doza Yurdakul ji Dadgeha Ceza ya Giran a Melezgirê birin Dadgeha Ceza ya Giran a Patnosê.
Heyeta dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê lê birî. Yurdakul bi van gotinan bertek nîşanî ceza da: "Me di sala 2014'an de li buroya hilbijartinê kampanya îmzeyan dida meşandin. Wê demê ez berpirsyarê buroyê bûm. Di vê demê de ji bo min doz vebûyê û dadgehê 10 meh ceza li min birî. Ez 10 meh li girtîgehê razêm ji bo vê min tiştek naguhere. Ji ber ku li Kurdistanê welatiyên me yên girtî ne hene."