10 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin kuştin
10 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin kuştin
10 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin kuştin
Li hember gundê Masker û Girê Tilverdê yê çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê Mijdarê ji destê pêşmergeyan derxistibûn, gerîlayên HPG û YJA Star 26’ê Mijdarê operasyonek hevpar li dar xistin. Di encama operasyona hevpar de darbeyên giran li çeteyan hatin xistin. 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, gundê Masker Xalid û Girê Tilverdê ket kontrola hêzên HPG’ê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku çeteyên DAIŞ’ê 25’ê Mijdarê êrîşî gundê Masker û Girê Tilverdê yên girêdayî Kerkûkê yên di bin kontrola pêşmergeyan de bûn kirine û boriyên petrolê yên li wê herêmê teqandibûn. HPG’ê got, “Li hemberî van êrîşên çeteyan, 26’ê Mijdarê saet 04.30’î hêzên me yên gerîla yên HPG û YJA Star û pêşmergeyan li hemberî van qadên ku çeteyan bi dest xist operasyonek pêk anîne. Çeteyên bi awayekî bi bandor hatine derbkirin. Ji dehan zêdetir çete hatine kuştin, 5 cenazeyên çeteyan ketine destê hêzên me yên gerîla. Qadên gundê Masker Xalid û Girê Tilverdê ketine kontrola gerîlayên me.”