Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn ji wezîfeyê vekişiya

Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku daxwaza vekişînê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn "guncaw" hatiye dîtin û "hatiye qebûlkirin."

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn ragihand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye. Dogan Hatûn li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew di çarçoveya “Prensîba Paşve Kişandinê” de ji wezîfeya xwe ya hevşaredariyê îstîfa kiriye.

Dogan Hatûn diyar kir ku demek beriya niha wî di çarçoveya biryara “Prensîba Paşve Kişandinê” ya di konferansa Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê de hatibû girtin de ji bo xwe bi paş ve bikişîne daxwaza xwe dabû berpirsên DEM Partiyê û partiyê ev biryar nirxandiye. Hate ragihandin ku Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê daxwaza Hatûn di cih de dîtiye. Dogan Hatûn anî ziman ku ew ji îro şûn ve ji Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwe vedikişîne.