ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Hevdîtinên DYE û Îranê wê li Ûmmanê bêne kirin ne li Tirkiyeyê
Tê payin ku hevdîtinên li ser nukleerê yên navbera DYE û Îranê, di 6'ê Sibatê de li paytexta Ûmman Maskatê bêne lidarxistin. -
Malikî: Tu encam ji hevdîtina bi YNK û PDK’ê re derneket
Namzetê erka Serokwezîrtiya Iraqê Nûrî Malikî diyar kir ku namzetiya xwe paşve nakişîne û got: “Tirkiye, Qeter û Sûriye destwerdanê li karûbarê Iraqê dikin. Ti encam ji civîna Çarçoveya Hemahengî ya bi PDK û YNK’ê re derneket.” -
DYA’yê li Deryaya Omanê balafireke bêmirov a Îranê xist
DYA’yê, li Deryaya Omanê balafireke bêmirov a Îranê ya ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê dibû xist. -
Talîbanê koletî û ‘sîstema kastê’ zagonî kir
Rêveberiya Talîbanê, bi zagona cezayê ya nû ya Afganîstanê ku di 4’ê Rêbendanê de bi bêdengî xist meriyetê, û sîstemeke ku civakê dabeşî çînan dike fermî kir. -
Iraqê li ser peymana navbera QSD û Şamê daxuyanî da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew peymana navbera QSD'ê û Hikumeta Şamê ya Demkî bi kêfxweşî pêşwazî dikin. -
Bîlançoya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 37 rojan a destwerdana li xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê parve kir. -
Li Bexdayê teqîna mezin
Li herêma Dora ya Bexdayê teqîneke mezin rû da. Sedema teqînê nayê zanîn. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat. -
Îran xwe ji danûstandinên bi DYE'yê re amade dike
Îran di mijara bernameya nukleerî de xwe ji danûstandinên yekser ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re amade dike. -
Çarçoveya Koordînasyonê li Hewlêrê ye
Heyeta Çarçoveya Koordînasyonê ya bi serkêşiya Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo hevdîtina bi PDK û YNK'ê re çû Hewlêrê. -
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 6 hezar û 842 xwepêşandêr hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di dema xwepêşandanan de zêdeyî 6 hezar kes hatin qetilkirin û zêdeyî 49 hezar xwepêşandêr jî hatin binçavkirin. -
DYE’yê amadekarî dike ku ji bo Xezeyê ‘Hêza Îstîqrarê’ ragihîne
Hat ragihandin ku DYE amadekariyê dike ku bi rengekî fermî avakirina ‘Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî’ (FIS) ku tê plankirin li Xezeyê bê bicihkirin, ragihîne. Li gorî çapemeniya Îsraîlê kîjan welat dê tevlî vê hêzê bibin bi piranî hatine zelalkirin. -
Wê Tirkiye tevlî peymana parastinê ya Siûdî Erebistan-Pakistanê neyê kirin
Çavkaniyeke nêzî artêşa Siûdî Erebistanê ragihand ku Tirkiye wê tevlî peymana parastinê ya navbera Siûdî Erebistan û Pakistanê nebe. -
Îranê artêşên Ewropayê 'terorîst' ragihand
Îranê li hemberî ragihandina Muxafizên Şoreşê weke 'rêxistina terorîst' diyar kir ku wan artêşên welatên Ewropayê hemû weke 'komên terorîst' ragihandin e. -
Li Îranê teqînên li pey hev çêbûn
Li bajarên cuda ên Îranê teqînên li pey hev ku hîna sedemên wan nayê zanîn, çêbûn. -
Li Îranê teqîn çêbûn: Li Bender Ebas û Ahvazê mirî û birîndar hene
Li bajarê Bender Ebas ê li başûrê Îranê, teqîneke ku hîna sedema wê nayê zanîn çêbû, li bajarê Ahvazê jî li avahiyeke teqîn çêbû. -
Li Îranê teqîn: Birîndar hene
Li bajarê Bender Abbas ê li başûrê Îranê di bînayekê de teqînek çêbû. -
DYE’yê bi milyar dolaran çek firotin Îsraîl û Erebistana Siûdî
Hikûmeta DYE’yê ragihand ku wê bi nirxê 15,7 milyar dolaran çek firotine nêzîktirîn hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn, Îsraîl û Erebistana Siûdî. -
Li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê tedbîrên leşkerî hatin zêdekirin
Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku li sînorê Iraq û Sûriyeyê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. -
HRANA: Li Îranê di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin
Human Rights Activists News Agency (HRANA) ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin. -
Çeteyekî DAÎŞ'ê li Mûsilê hate girtin
Çeteyekî DAÎŞ'ê ku biryara girtina wî hebû li Mûsilê hate girtin. -
Çarçoveya Hemahengiyê: Nûrî el Malîkî namzetê me ye!
Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîa ji bo nirxandina gefên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hev kom bû û got, "Gotinên Trump binpêkirina serweriyê ye." -
Êrîşên dewleta Îranê didomin
Di protestoyên li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, hêzên dewletê bi çekan bersiva daxwazên gel da. Di encama van êrîşan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Nurî el-Malikî bersiva Trump da
Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî diyar kir ku destwerdana Amerîka ya di kar û barê Iraqê de, binpêkirina serweriya welate û ew bi tundî red dikin. -
Li gorî Trump, hêzeke din a keştiyên DYE’yê ber bi Îranê ve diçe
Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku hêzêke din a keştiyên DYE’yê ber bi Îranê ve pêşde diçe û got, wan ji bo lihevkirinê zorî li rêveberiya Tehranê kiriye. -
Îranê tedarîka elektrîkê ya ji bo Iraqê rawestand
Rêveberiya veguhastin û karûbarên bazirganiya derve li Şirketa Elektrîkê ya Îranê ragihand ku dabînkirina elektrîkê ji bo Iraqê hatiye rawestandin.