ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îran: Muzakere nîne, Trump: Em ê hîn tundtir lê bixin
Di roja 11’an a şerê li Rojhilata Navîn de tengasî didome. Rêveberiya Îranê destpêkirina muzakereyên nukleer ên bi DYE’yê re, red kir. Trump jî gef xwar ku eger sewqiyata petrolê hîn were astengkirin, ew ê ‘hîn tundtir lê bixin’. -
Li Rojhilata Navîn rageşî zêde dibe: YE amadehiya berfirehkirina operasyonên deryayî dike
Di hefteya duyemîn a êrîşên li ser Îranê de geşedanên leşkerî û dîplomatîk lez girtin. Îran gefên nû yên mûşekan dixwe, Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe amade dike ku operasyonên xwe yên deryayî yên li Rojhilata Navîn berfireh bike. -
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hejmara qurbaniyan derket 486'an
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya kuştiyên êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê ji destpêka şerê beriya hefteyekê ve derket 486 kesî. UNICEF’ê ragihand ku ji 2’yê Adarê ve 83 zarok hatine qetilkirin. -
Li Hewlêrê dronek bi ser malekê de ket, li Bexdayê jî AHB’yek hate xistin
Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê, rageşiya li herêmê berdewam dike. Li Hewlêrê dronek bi ser malekê de ket, li Bexdayê jî AHB’yeke ku dihat gotin armanca wê Baregeha Vîctorîayê ye, hate xistin. -
MEY: Em ê tevlî êrişên li ser Îranê nebin
Mîrekiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY), diyar kir ku di şerê Rojhilata Navîn de "bi awayekî neheq bûne armanc" û ragihand ku ew ê tevlî tu êrişên li ser Îranê nebin. -
Di êrîşên Îsraîlê de 2 karmendên tenduristiyê li Lubnanê jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiya Gel a Lubnanê ragihand ku roja Duşemê di du êrîşên hewayî yên cuda yên Îsraîlê de du karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û şeş kes jî birîndar bûn. -
Fransa ji bo Tengava Hurmizê mîsyona parastinê amade dike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, roja duşemê li Qibrisê daxuyand ku ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê mîsyoneke navneteweyî ya "bi tevahî ji bo parastinê" amade dikin. -
Nasnameya 11 Kurdên li Îranê jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin
Nasnameya 11 Kurdên ku di êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê de jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin. -
Şerê Îranê: Petrol û gaz biha bû û bazara borsayê nirx winda kir
Berdewamiya şerê li Rojhilata Navîn û nediyariya li Tengava Hurmizê, bandor li bazara cîhanî dike. Petrol û gaz li Ewropayê biha bûn. Bazarên borsayê yên li Asya û Ewropayê di hefteya nû de bi carekê de nirx winda kirin. -
HRANA: Li Îranê û Rojhilat di nava 24 saetên dawî de herî kêm 33 sivîl mirin
HRANA'yê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn. -
Îranê hevdîtina bi malbatan re li gelek girtiyên siyasî qedexe kir
Kampanya Parastina Şerîfe Mûhammedî ragihand ku rayedarên Girtîgeha Lakanê hevdîtina bi malbatan re li Şerîfe Mûhammedî û girtiyên din ên siyasî qedexe kirine. -
Roja 10’an: Îran, Kendav û Lubnan di xeleka agir de ne
Bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê û bi fuzeyên Îranê re şer ket roja 10’an. Welatên Kendavê rû bi rûyê êrîşên dron û fuzeyan e. Li Lubnanê şer heye. -
Hîzbûllahê îdîa kir ku helîkoptera Îsraîlê li Lubnanê aniye xwarê
Rayedarekî Hîzbûllahê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku roja Duşemê li rojhilatê Lubnanê helîkoptereke Îsraîlê anîne xwarê. -
Îsraîl: Me li dijî ‘binesaziya’ rejîma Îranê êriş dan destpêkirin
Hêzên Parastina Îsraîlê ragihand ku wan li Tehranê û herêmên cuda yên Îranê, li dijî binesaziya rejîmê êrişên berfireh pêk anîne. Hat ragihandin ku li Lubnanê jî êrişeke hewayî birine ser kampeke penaberan a Filistîniyan. -
Wezareta Tenduristî ya Îranê: Di şer de zêdeyî 1200 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristî ya Îranê ragihand ku ji destpêkirina şerê Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê zêdetirî hezar û 200 sivîl hatine kuştin û zêdetir 10 hezar jî birîndar bûne. -
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî êrîşên Îranê şermezar kir
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê destnîşan kir ku bi rûxandina Rejîma Komara Îslamî ya Îranê wê armancên şehîdan bi cih bînin. -
Li Lubnanê hejmara miriyan gihîşt 394'an
Li Lubnanê hejmara qurbaniyên êrişên Îsraîlê gihîşt 394'an. -
Cihgirê Xamaney hate diyarkirin, lê nav nehate eşkerekirin
Piştî kuştina lîderê olî yê li Îranê Ayetûllah Alî Xamaney, Meclîsa Pisporan li hev kom bû û lîderê olî yê nû diyar kir. Lê belê navê wî ji raya giştî re nehate eşkerekirin. -
Şerê Îranê bandor li bazarên enerjiyê yên cîhanê dike
Hat ragihandin ku, her çend şerê DYE û Îsraîl a li dijî Îranê demkurt berdewam bike jî, ew ê bi heftan heta bi mehan bandorê li bazarên enerjiyê yên cîhanê bike. -
Şerê Îranê: Li eniyên Tehran, Kendav û Beyrûdê êrişên nû
Şerê Îranê di roja nehemîn de ye. Netanyahu got, plansaziyeke wan a ji surprîzan heye. Pezeşkiyan jî hişyarî da welatên cîran. DYE û Îsraîlê yekemcar li çar depoyên petrolê yên li Tehranê xistin. Li Beyrûdê êriş li Muxafizên Şoreşê yên Îranê hate kirin. -
Artêşa Îranê: Em xwedî wê hêzê ne ku şer herî kêm 6 mehan dewam bikin
Îranê ragihand ku di êrişên li ser hedefên DYE û Îsraîlê de wan li zêdeyî 200 nuqteyan xistine û diyar kir ku bi tempoya heyî dikarin şer herî kêm 6 mehan dewam bikin. -
HRW: Divê êrişa li ser dibistana li Îranê weke sûcê şer bê lêpirsîn
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) destnîşan kir ku êrişa li ser dibistaneke zarokên keç a li başûrê Îranê ku di encamê de 175 xwendekar hatin qetilkirin, bi lez weke sûcê şer bê lêpirsîn. -
Trump berpirsyariya têkildarî êrişa li ser dibistana Minabê red kir
Serokê DYE'yê Trump ew rapor red kir ku ji êrişa li ser dibistaneke seretayî ya zarokên çek a li Îranê, DYE'yê berpirsyar nîşan dide ku di encamê de zêdeyî 175 kes hatin kuştin. Trump bêyî ku delîlekê pêşkêş bike îdîa kir ku êriş ji aliyê Îranê ve hatiye -
Îran bi krîzên aboriyê, protesto û êrişan diheje
Ji bo Îranê rojên bê gelekî krîtîk in: Ya wê bi rêveberiyeke tund xwe komî ser hev bike, ya wê ji navxweyî biteqe, yan jî wê bi zexta derve rejîm bê guhertin. Rîsk mezin e ku şer li ser pêla koçberiyê, krîza petrolê û şerê wekîltiyê belav bibe. -
Heyva Sor a Îranê: Zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin
Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand ragihand ku ji destpêka êrîşên hewayî yên DYE û Îsraîlê ve li seranserê Îranê zêdetirî 6 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin.