ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
HRANA: Li Îranê di 24 saetên dawî de 14 sivîl mirin, 6 jî birîndar bûn
HRANA'yê têkildarî êrişên Îsraîl-DYE'yê yên li ser Îranê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 14 sivîl hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. -
Li Enbarê êrişa li ser Heşdî Şabî: 9 mirî, 10 birîndar
Li Enbarê di êrişa li ser komên çekdar ên ser bi Heşdî Şabî de ji Tevgera Ensarullah Evfiya 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn. -
Îsraîl amadekariyê dike ku operasyonên li Lubnanê berfireh bike
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku wî ferman da artêşê ku amadekariyan bike ji bo operasyonên li Lubnanê berfireh bike. -
IEC: Hilberîna petrolê daketiye asta herî kêm a dîrokê
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) diyar kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û astengiya li Tengava Hurmuzê hilberîna petrolê ya welatên Kendavê ya rojane herî kêm 10 milyon warîl kêm bûye. -
Îsraîlê dest bi êrişeke berfireh kir, Îranê li gelek welatan xist
Di roja 13'emîn a şerê li Îranê de Îsraîlê êrişeke din a berfireh da destpêkirin. Îranê jî ragihand ku li navendên leşkerî û ewlekariya hundirîn ên Îsraîlê û keştiyeke DYE'yê ya li Kendavê xistiye. -
Êrişên li ser baregehên Heşdî Şabî: 52 mirî yan jî birîndar
Ji doh û vir ve baregehên Heşdî Şabî yên li Babîl, Mûsil, Enbar û Kerkûkê têne bombekirin. Herî kêm 52 kes mirin an jî birîndar bûn. -
Roja 13'emîn: Îranê hedef berfireh kir, li gorî Trump 'têkçûn nêz e'
Di roja 13'emîn a şer de Îranê hedef berfireh kir û bi Hîzbûllahê re êrişên hevpar kir. Serokê DYE'yê Donald Trump jî îdîa kir ku têkçûna Îranê nêzîk e. Di hedefa êrişan de Kendav heye. Bandora şer a li ser bazara navneteweyî dewam dike. -
Îstîxbarata DYE'yê: Lîderiya Îranê hîn li ser xwe ye
Li gel bombardûmana DYE û Îsraîlê ku 12 roj li pey xwe hişt, îstîxbarata DYE'yê ragihand ku lîderiya Îranê hîn li ser xwe ye û rîska hilweşînê nîne. Trump plan dike ku êrişê di 'demeke nêz' de bi dawî bike. -
Bi êrişên fuzeyan ên li ser Îran, Îsraîl û Kendavê re 12 roj qediya
Îranê bi fuzeyan êriş bir ser Îsraîl û Kendavê. Îsraîlê jî êriş bir ser Hîzbûllahê. Trump got, "Divê em vî karî biqedînin". Pezeşkiyan jî daxwaza tazmînatê kir. -
Rejîma Îranê Hewlêr, Nînowa û Bexdayê hedef girt
Rejîma Îranê kampên Azadî û Amirî yên li Koyê, Kampa Heşdî Şeebî ya Musilê û balafirgeha Bexdayê hedef girt. Di êrîşan de windahiyên canî çênebûn. -
Endamên IEA’yê rezervên stratejîk ên petrolê vekirin
Welatên endam ên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ji ber pêla bazara petrolê ya ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn berdewam dike çêbûye, rezervên xwe yên stratejîk vekirin. -
Spanya bi fermî dawî li erka balyoza xwe ya li Îsraîlê anî
Hikûmeta Spanyayê ku bi mehan e krîzeke dîplomatîk bi Îsraîlê re dijî, bi fermî dawî li erka balyoza xwe ya li îsraîlê anî. Hikûmeta Madrîdê berê ji ber şerê Xezeyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn balyoza xwe paşve kişandibû. -
Şerê li Rojhilata Navîn mezin dibe
Îsraîlê di roja 12'emîn a şer de êrişeke "berfireh a mezin û hevdemî" li dijî Îran û Beyrûdê da destpêkirin. Îranê jî diyar kir ku êriş biriye ser baregeheke deryayî û midûriyeta îstîxbaratê ya leşkerî ya Îsraîlê. -
Îtalyayê êrîşa li ser dibistana li Îranê bi tundî şermezar kir
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni êrîşa li ser dibistana zarokan a li bajarê Minab ê Îranê ku di encamê de zêdetirî 150 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn, bi tundî şermezar kir. Giorgia Meloni banga lêpirsîna bilez kir. -
Li Rojhilata Navîn bîlançoya şer giran dibe
Şerê navbera Îsraîl, DYE û Îranê bîlançoyeke giran bi xwe re anî. Li Îran, Lubnan, welatên Kendavê û Iraqê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Windahiya herî giran li Îranê û Lubnanê bû. -
Îranê ragihand ku wê li hedefên aboriyê bixe
Li Rojhilata Navîn şer giran dibe. Artêşa Îranê ragihand ku wê ji niha û pê ve li "Navendên aboriyê û bankayên li herêmê" bixe. -
Roja 12. a şer: Îran, Lubnan û Kendav di nav êgir de ne
Di roja 12. a şer de Îranê bi fuzeyan êriş bir ser hedefên DYE û Îsraîlê. Îranê her wiha hemû çalakiyên şermezarkirinê weke 'dijmin' ragihand. Hate ragihandin ku lîderê olî yê nû birîndar e. Li Hurmuzê 15 keştiyên danîna mayinan hate îmhakirin. -
Îran: Hejmara miriyan hezar û 300’î derbas kir
Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îravanî DYE û Îsraîlê bi hedefgirtina sivîlan tawanbar kir. Îravanî diyar kir ku nêzîkî 10 hezar warên sivîlan hatine lêdan û hejmara miriyan hezar û 300’î derbas kir. -
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û baregeha Heşdî Şebî hatin bombebarankirin
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û baregeha Heşdî Şebî ya li Qaîmê bûn hedef. Li gorî agahiyên destpêkê 5 kes birîndar bûn. -
Li Îranê fermandarek din jî hat kuştin
Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Herêma Delfanê Azîm Darbîan di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hate kuştin. -
Fransa: ‘Divê Hizbullah çekan deyne, divê Îsraîl ji operasyoneke mezin dûr bikeve’
Fransa, beriya civîna lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ew ji ber rewşa li Libnanê "bi fikar e" û bang li Hizbullahê kir ku çekan deyne. Her wiha ji Îsraîlê jî xwest ku operasyoneke leşkerî ya berfireh pêkneyne. -
Di şerê Îranê de rageşî zêde dibe: Roja êrîşan a ‘herî dijwar’
Di roja 11’an a şerê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê re destpê kir de, rageşî hîn zêdetir bû. -
Qedexeya seferên balafiran a li Iraqê 72 saetên din hate dirêjkirin
Midûriyeta Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand ku qedexeya seferên balafiran a li qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin. -
Li Lubnanê ji ber şer 100 hezar kesên din ji warê xwe bûn
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku hejmara mirovên ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ji cih û warê xwe bûne zû zêde dibe. -
Iraqê bang li DYE’yê kir ku qada wê hewayî ji bo êrîşan bi kar neyne
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şia el-Sudanî bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kir ku qada Iraqê ya hewayî ji bo êrîşên li ser welatên din bi kar neyne.