ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Konsolosxaneya DYA ya li Hewlêrê û baregeha Selam a Ebû Debî hat bombebarankirin
Îran Konsolosxaneya (DYA) ya li Hewlêrê û baregeha Selam a li bajarê Ebû Debî ya Mirîtiyên Ereb ên Yekbûyî bi dronan bombebaran kir. -
Netenyahu fermana berdewamkirina êrîşên li ser Îranê da
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu got ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê, Serfermandarê Giştî û Serokê Mosadê re civiya ye û fermana domandina êrişên li dijî Îranê daye. -
Trump: Li Îranê 48 rayedar hatin kuştin, operasyon ji ya dihat plankirin baştir diçe
Serokê DYA’yê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û eşkere kir ku di êrişên wan de 48 rayedarên Îranî hatine kuştin. -
Li Îranê şer: Pêvçûn berfireh dibe, Ehmedî Nejad hate kuştin
Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, pevçûnên li herêmê gihîştin asteke nû. Di navbera Îran, Îsraîl û welatên Kendavê de êrişên berdewam dikin û hejmara miriyan zêde dibe. -
Serokkomariya Iraqê êrişên DYE û Îsraîlê şermezar kir
Serokkomariya Iraqê êrişên li ser Îranê û çalakiyên li hemberî bajarên Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi vî rengî ne yên qebûlkirinê ne. -
Şerê Îranê: Li gorî Îsraîlê nîvê stokên fuzeyan hatin îmhakirin
Êrişên li ser Îranê û rageşiya herêmî dewam dikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku derbeke giran li kapasîteya leşkerî ya Îranê hatiye xistin. -
Xwendekarên zanîngehê yên Îranî tifaqek ava kirin
Xwendekarên zanîngehê yên li Îranê ragihandin ku tifaqek ava kirine û gotin, "Werin em ji bo avakirina paşerojeke demokratîk û nûjen dengê xwe bilind bikin." -
Girtiyên li Îranê bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ne
Komîteya Berdana Girtiyên Siyasî ragihand ku ji ber hilweşîna rêveberiya li girtîgehê û kêmaniya pêwîstiyên bingehîn metirsiyeke cidî li ser jiyana bi hezaran girtiyan heye. -
Li dijî Îranê pêla nû ya êrişê: Hejmara payebilindên hatin kuştin zêde dibe
Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê dewam dikin. Îsraîlê ragihand ku wan dest bi pêleke nû ya êrişan a berfireh kiriye. Li eniya Îranê jî hejmara windahiya payebilindan zêde dibe. -
Li Pakistanê protestoyên li ber Konsolosxaneya DYE'yê: Gelek kes hatin kuştin
Piştî operasyonên leşkerî yên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê, li bajarê Karaçî yê Pakistanê xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de gelek kes hatin kuştin. -
Li Bexdayê alîgirên Îranê hewl dan bikevin nava Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê
Li Bexdayê, piştî kuştina Alî Xamaney alîgirên Îranê daketin qada û hewl dan bikevin nava Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Herêma Kesk. -
Larîcanî: Desteyeke demkî ya rêbertî wê bê avakirin
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî ragihand ku wê desteyeke demkî ya rêbertî were avakirin û got: "Îran bi dijwarî wê bersiva her êrişeke ji derve bide." -
Serokê Fermandariya Giştî yê Îranê mir, Trump careke din gef xwar
Di êrişên DYE û îsraîlê de ku roja Şemiyê dan destpêkirin, lîderê olî Alî Xamaney jî di nav de gelek rêveberên payebilind mirin. Hem li Tehranê hem jî li welatên Kendavê dengê teqînan tê. Trump gefeke din xwar. -
Televîzyona dewletê ya Îranê kuştina Alî Xamaney piştrast kir
Medya dewletê ya Îranê kuştina lîderê olî Alî Xamaney piştrast kir. Li welêt ji bo 40 rojî şîn hate ragihandin. -
Medya Îranê: Keç, zava û neviyê Xamaney hatin kuştin
Hate îdîakirin ku keç, zava û neviyê lîderê rûhanî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney di êrişên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de hatin kuştin. -
Di êrişa li ser balafirgeha Abû Dabî de kesekî ji Asyayê mir, 7 kes jî birîndar bûn
Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Zayedê ragihand ku di êrişan de kesekî ji Asyayê jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn. -
Bîlançoya êrişa li ser dibistana seretayî giran bû: 108 mirî
Bîlançoya êrişa Îsraîlê ya li ser dibistana seretayî ya zarokên keç a li Îranê giran bû. Hate ragihandin ku 108 kes hatin kuştin. -
Îmarat: Piraniya 346 fuze û droneyên ji Îranê hatin avêtin, hate astengkirin
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku beşeke mezin a 137 fuze û 209 balafirên bê mirov ên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin, hatin bêbandorkirin. Her wiha ragihand ku welat di asteke bilind de di alarmê de ye. -
Trump: Em bawer dikin ku Xameneyî miriye
Serokê DYE’yê Donald Trump got ku ew bawer dike ku nûçeyên ku dibêjin rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşên hewayî de miriye "rast" in. Trump îdia kir ku "piraniya" serkirdeyên payebilind ên Îranê êdî ne sax in.s -
Îran ji IAEA’yê daxwaza civîna lezgîn kir
Îranê ji ber "êrîşên” DYE û Îsraîlê û îdiayên bêbingeh ên li dijî bernameya wê ya nukleerî daxwaza civîneke lezgîn ji Lijneya Rêveberên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) kir. -
Netanyahu angaşt kir ku Xameneyî hatiye kuştin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku êrîşên leşkerî yên li ser Îranê wê bidomin û angaşt kir ku Ayetullah Alî Xameneyê ku wan devera wî kiribû hedef, "êdî ne di nav me de ye". Netanyahu her wisa got ku ew ê bi hezaran hedefên rejîmê bixin. -
Tê gotin ku Tengava Hormuzê hatiye girtin
Hat ragihandin ku keştiyên li Kendavê ji hêzên pasdaran a Îranê, peyamên pir-frekans werdigirin ku destûr nayê dayîn ku ji Tengava Hormuzê derbas bibin. -
Di êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê de 201 kes mirin, 747 kes jî birîndar bûn
Çapemeniya Îranê ragihand ku di êrişên DYA û Îsraîlê de 201 kesî jiyana xwe ji dest dane û 747 kes jî birîndar bûne. -
Hejmara kesên di êrîşa dibistana seretayî de hatin qetilkirin zêde dibe
Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşa li ser dibistana seretayî ya li Minabê wekî "sûcek eşkere" bi nav kir û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tedbîrên lezgîn bigire. Hejmara xwendekarên ku di êrîşê de hatine qetilkirin gihîşt 85'an. -
Balafirxaneya Kuweytê hat bombebarkirin
Rayedarên Balafirxaneya Kuweytê bi fermî ragihand ku balafirxaneya navnetewî ya welatê wan bûye hedefa bombebarana droneyan û di encamê de hejmarek karmendên balafirxaneyê birîndar bûn.