ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Ji Îsraîlê êrişa berfireh a li ser Tehranê, Îran 'wê muzakere neke'!
Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28'ê Sibatê û vir ve bi rengekî giran dewam dikin. Îsraîlê pêleke nû ya êrişê ya berfireh da destpêkrin. Li Tehranê teqînên mezin rû da. Îranê jî diyar kir ku wê muzakereyê neke. -
DYE'yê li Babil û Enbarê bombe li baregehên Heşdî Şabî barand
Fermandariya el Cezîre ya ser bi Heşdî Şabî ragihand ku baregehên wan ên li bajarên Babil û Enbarê du caran ji aliyê DYE'yê ve hatine bombekirin. -
Muxafizên şoreşê: Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola me de ye
Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin ku Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye û her keştiyek ku hewl bide ji tengavê derbas bibe wê bibe hedef. -
HRANA: Li Îranê zêdeyî hezar sivîl hatin kuştin
HRANA’yê ragihand ku di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê de zêdeyî hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 5 hezar kes jî birîndar bûn. -
Roja pêncemîn: Di şerê Îranê de rewşa dawî
Şerê ku bi êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, li herêmê belav bûye. Alî êrişên li hemberî hev dewam dikin. -
Li Lubnanê 3 kedkarên tenduristiyê hatin qetilkirin
Li Lubnanê di êrişa hewayî ya li herêma Sûrê de 3 kedkarên tenduristiyê hatin qetilkirin, 6 jî birîndar bûn. -
Şerê Rojhilata Navîn buhayê enerjiyê gihand asta herî bilind
Şerê DYE û Îsraîlê yê li ser Îranê trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê sekinand; buhayê gaza xwezayî û petrol a Brent gelekî zêde kir. Li Iraq û Qatarê jî hilberîna petrolê kêm bû, buhayê şekir, zibil û soya jî zêde bû. -
Mucteba Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê
Piştî rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşa DYE û Îsraîlê de mir, kurê wî Mecteba Xameneyî bû rêberê olî yê nû yê Îranê. -
BAE: Îranê zêdetirî 1000 carî êrîşî me kir
Wezareta Karên Derve ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku ji destpêka pêvajoya bersivdayînê ya li dijî êrîşên DYE-Îsraîlê ve Îranê zêdetirî 1000 carî êrîşî wan kiriye. -
Fransa keştiyeke balafiran dişîne Deryaya Spî û pergala parastinê dişîne Qibrisê
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku keştiya balafiran Charles de Gaulle dê li Deryaya Spî were bicihkirin û pergala parastinê wê li Qibrisê werin bicihkirin. -
Artêşa DYE’yê: Li Îranê zêdetirî 1700 hedef hatin lêdan
Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku di çarçoveya êrîşên li dijî Îranê de zêdetirî 1700 hedef hatine lêdan. -
Îsraîl: Me fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê kuşt
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di êrîşa hewayî ya li Tehranê de fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê yê Lubnanê Dawud Alizadehde kuşt. -
Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê çalakiya protestoyî kirin
Piştî bomberdûmana li yek navendên Basîc ya Supaya Pasdaran, girtiyan li dijî ragirtina wan ya li nava girtîgehê nerazîbûn nîşandan û betaniyên nava girtîgehê şewitandin. -
Hat îdiakirin ku Îsraîl Konseya Pisporan a Kumê hedef kiriye
Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê civîna Konseya Pisporan ya Îranê ku ji bo hilbijartina rêberê bilind yê nû kom bûbû, hedef girtiye. Rayedarekê Îsraîlî ev agahî piştrast kir. -
Gelek navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê hatin bombebarankirin
Ji saetên sibehê ve balafirên Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî hemû navend û baregehên ewlekariyê yên rejîma Îranê ya li navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. -
Roja 4’an: Tengav di hedefê de ye, Beyrûd û Tehran hatin bombebarankirin
Di roja çaremîn a êrîşên Îsraîl-DYE’yê yên li dijî Îranê de, pevçûn di asta herêmî de bêtir belav dibe. Trump bersiva daxwazên ji bo hevdîtinan da û got “êdî pir dereng e." -
Li Îranê girtî weke mertalên zindî tên bikaranîn
Îran girtiyên siyasî weke mertal bikar tîne. Tê îdîakirin ku li Girtîgeha Kizilhisarê girtî bi awayekî komî tên înfazkirin. -
Îsraîl li Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir
Artêşa Îsraîlê li sînorê başûrê Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir. Çavkaniyê leşkerî yê Libnanê, ragihand ku operasyon li dora deşta Kfar Kila û Khiam pêk tê. -
Îranê bazirganiya xurekê sekinand
Hikumeta Îranê bazirganiya xurek û çandiniyê ya ber bi derveyî welat ve qedexe kir. Jİ bilî Başmakê deriyên sînor hemû li bazirganiyê hatin girtin. -
Muxafizên Şoreşê: Deriyên dojehê wê bên vekirin
Muxafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî da ku êrîşên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê wê bidomin. -
Îran hêzeke zêde li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dike
Li gorî agahiyan, Muxafizên Şoreşê yên Îranê hêzeke zêde li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye. -
Îsraîl-DYE'yê bombe li Girtîgeha Evînê barand
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de beşek ji dîwarên Girtîgeha Evînê hilweşiya ye û li ser rewşa girtiyan ew nikarin agahiyan bi dest bixin. -
Serokkomariya Îranê û Konseya Ewlekariyê hate bombekirin!
Îsraîlê ragihand ku li paytexta Îran Tehranê êriş birine ser avahiya Serokkomariyê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî. Li Îranê hejmara qurbaniyan gihîşt 800 kesî. -
Axios: Trump di çarçoveya şerê Îranê de bi Barzanî û Talabanî re axivî
Hat ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, têkildarê rêveçûn û şerê muhtemel ê DYE û Îsraîlê yê li hember Îranê li gel serokên Herêma Kurdistanê bi telefonê axiviye. -
Îsraîl li Lubnanê berê xwe dide nuqteyên nû yên stratejîk
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku destûr ji artêşê re hatiye dayin ku nuqteyên nû yên stratejîk ên li Lubnanê kontrol bike.