ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê zêdetirî 50 qadên çandî zerar dîtin
Îranê daxuyand ku ji destpêka şer ve herî kêm 56 mûze, avahiyên dîrokî û qadên çandî di êrîşên DYE û Îsraîlê de zerar dîtine. Hat diyarkirin ku herî zêde zerar gihîştiye Tehran û eyaleta Kurdistanê. -
Îran: Dema em piştrast bin ku dûbare nabe dê bi dawî bibe
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di destê wan de gelek delîl hene ku nîşan didin hinek baregehên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn di êrîşên li dijî Îranê de hatine bikaranîn. -
Fuzeyên parastina hewayî yên Îsraîlê bi xetereya xilasbûnê re rû bi rû ne!
Li gorî çapemeniya DYE’yê, Îsraîlê ji Washingtonê re ragihandiye ku depoyên fuzeyên ku di sîstema parastina hewayî de têne bikar anîn, bi lez xilas dibin. -
Di şerê Îranê de roja 16'emîn: Gefa kuştinê li Netanyahu hate xwarin
Muxafizên Şoreşê yên Îranê gefa "şopandin û kuştin" a Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu xwarin. -
Wezareta Pêşmergeyan: Hêzên me tevlî êrîşa li dijî Heşdî Şebî nebûne
Wezareta Pêşmergeyan a girêdayî hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê îdîayên ku dibêjin hêzên wan êrîş birine ser baregeha Heşdî Şebî ya li wîlayeta Selahaddîn, red kir. -
Ozsoy: Kurdan sosyopolîtîk a Îranê baş nirxandin û biryar dan
Plana Trump a li stratejiya Îranê ku dixwest Kurdan bike 'hêza bejahî' li nava aktorên herêmî bersiva xwe nedît. Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku di siyaseta hêzên navneteweyî de biryardariya nebûyîna 'piyon' hate nîşandan. -
Li Hewlêrê êrîşî ser Rafîneriya Petrolê û baregehên Heşdî Şebî hatin kirin
Rafîneriya Petrolê ya Lanazê li navçeya Xebat a Hewlêrê û baregehên Heşdî Şebî li Tuzxurmatuyê hatin hedefgirtin. Hat destnîşan kirin ku di êrîşên balafirên bê mirov de kuştî û birîndar hene. -
Bangawaziya DYA'yê ji bo hemwelatiyên xwe: Demildest Iraqê biterikînin
Balyozxaneya DYA'yê ya li Bexdayê, piştî êrişa moşekî ya li ser avahiya balyozxaneyê, hişyariya xwe ya ewlehiyê nû kir û bang li hemwelatiyên Amerîkayê kir ku bi lezgînî ji Iraqê derkevin. -
Li Îsfahanê êrîşa li dijî kargehê: Herî kêm 15 kes hatin qetilkirin
Di êrîşeke Îsraîl û DYE’yê ya li dijî kargeheke li Îsfahana Îranê de herî kêm 15 kes hatin qetilkirin. -
CENTCOM: Li Girava Hargê 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin
Fermandariya Navendî ya DYE’yê daxuyand ku di êrîşa li ser Girava Hargê ya ku noqteya stratejîk a hinardekirina petrola Îranê ye, zêdetirî 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin. -
Li Îran û Libnanê hejmara miriyan zêde dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 826 kes; Heyva Sor a Îranê jî ragihand ku li wî welatî zêdetirî 1200 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Fermandarê Heşdî Şebî hate kuştin
Hat ragihandin ku Fermandarê Heşdî Şebî û Emîndarê Giştî yê Feyleq Wedî Sadqiyan Mihemed Temîmî di êrişa îro ya sibehê ya li Kerade ya Bexdayê hatiye kuştin. -
Li Bexdayê bi fuzeyan êrîşî Televîzyona Îtîca hate kirin
Hate ragihyandin ku bi muşekan êrişî avahiya Qelana Televîzyona Îtîcayê hatiye kirin. -
HRANA: Heya niha hezar û 298 sivîl hatin kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê diyar kir ku ji 28’ê Şibatê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de herî kêm 1.298 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji wana 29 jê jin, 205 zarok in. -
Li Îlamê ji heman malbatê 6 welatiyên Kurd hatin qetilkirin
Di êrîşa Îsraîl-DYE’yê ya li ser navçeya Eywan a Îlamê de ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin. -
Şerê DYE, Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 15’an de ye
Piştî êrîşên ku DYE û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dane destpêkirin, Îranê jî bersiv da êrîşan û şer belav bû welatên li herêmê. Şer di roja xwe ya 15’an de bê navber berdewam dike û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. -
Li Bexdayê bombe li cihên niştecihbûnê hatin barandin
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand ku çend navçeyên niştecihbûnê yên li Bexdayê hatin bombebarankirin. -
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî bang li civaka navneteweyî kir
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê bang li civaka navnetewî kir ku li dijî êrişên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest be. -
Trump: DYE’yê li hedefên leşkerî yên Îranê yên li Girava Hargê xist
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku wan êrîşî ‘’hemû hedefên leşkerî’’ yên Îranê yên li Girava Hargê kiriye. Trump got ku ji ber sedemên însanî wan binesaziya petrolê ya li giravê hedef negirtiye. -
Di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 100 zarok hatin qetilkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 2’yê Adarê ve berdewam dikin de 103 jê zarok bi tevahî 773 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1933 kes jî birîndar bûne. -
Di balafira leşkerî ya DYA’yê ya li Iraqê ket de 6 kes mirin
Artêşa Amerîkayê ragihand ku di encama ketina balafireke sotemeniyê ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê de 6 kes mirin. -
Fûad Husen: Kişandina Iraqê ber bi şerekî herêmî ve pir xeter e
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku kêşandina Iraqê bo nav şerê herêmî pir xeternake û dê ji bo welatên din yên herêmê sînorê şer berfireh bike. -
Gefên rûbirû: ‘Em ê bi dijwarî lê bidin’, ‘tune bikin’, ‘ders bidin’
Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku ew ê hefteya bê li dijî Îranê ‘bi dijwarî êrîş bikin.’ Îran, jî ragihand ku ew ê dersek xurt bidin DYE û Îsraîlê. -
Îran: Zêdeyî 3 hezar jin û zarok di êrîşan de birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de 220 jin hatin qetilkirin û zêdeyî 3 hezar jin û zarok birîndar bûne. -
Îsraîlê gef li Lubnanê xwar: Hîzbûllah neyê bêçekirin wê xaka xwe ji dest bide
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef xwar ku eger Hîzbûllah neyê bêçekkirin wê Lubnan "xakê ji dest bide û binesaziya wê hilweşe."