ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li gel dewamiya şerê Îranê...
Dewletên emperyalîst û hegemonîk ji bilî şer tiştekî nadin gelan. Lê stratejiya "rêya sêyemîn" a ku işaretê pê dike, xwedîderketina gelan a li îradeya xwe destnîşan dike. -
Êrîşî Deriyê Sînor ê Şelemçe hate kirin: 1 mirî, 5 birîndar
Di encama êrîşek hewayî ya li ser deriyê sinorî yê Şelemçe ya li bajarê Besra yê Iraqê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn. -
HRANA: Li Îran û Rojhilat êrîş bê navber dewam dikin
HRANA’yê têkildarî şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê raporeke 24 saetên dawî weşand. -
Heşdî Şabî: Li Enbarê 6 kes hatin kuştin
Heşdî Şabî, ragihand ku di êrîşa li dijî Lîwaya 45’emîn a navçeya Qaîmê ya Parêzgeha Enbarê de 6 kes hatine kuştin. -
Li Îranê êrîş berdewam dikin, hevdîtin pêk nayên
Li Rojhilata Navîn şerê DYE, Îsraîl û Îranê kete hefteya şeşan û êrîşên beramber berdewam dikin. Tê ragihandin ku hevdîtin pêk nayên. DYE amadehiya sewqiyata leşkeran a nû dike. -
Li Besrayê depoya neftê hate hedefgirtin
Li bajarê Besra yê Iraqê bi droneke bombebarkirî êrişî depoyeke neftê hat kirin û şewat derket. Têkildarî ziyanên canî agahî nehatin bidestxistin. -
Li Îranê gefa darvekirinê herî kêm li 4 girtiyên siyasî yên Kurd hat xwarin
Kurdistan Human Rights Network (KurdistanHRN) ragihand ku ji 7 girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên Evîn, Urmiye, Senedec û Bukanê tên girtin, herî kêm 4 kes rûbirûyê gefa darvekirinê ne. -
Îsraîl: %70ê kapasîteya hilberîna polayê ya Îranê hate têkbirin
Binyamin Netanyahu angaşt kir ku artêşa Îsraîlê %70ê kapasîteya hilberîna polayê ya Îranê ji nav biriye. Netanyahu diyar kir ku êrişan hem çavkaniyên darayî yên Pasdarên Şoreşa Îranê û hem jî kapasîteya wan a hilberîna çekan armanc girtiye. -
Îranê kuştina fermandarekî din jî piştrast kir
Fermandariya Artêşa Pasdaran a Îranê piştrast kir ku cîgirê serokê beşa îstîxbaratê ya hêzên wan ên deryayî Serdan Behnam Ridayî hatiye kuştin. -
Baregeha Heşdî Şabî ya li Enbarê hate bombekirin
Baregeha Heşdî Şabî ya li Enbarê bi êrişeke hewayî hate bombekirin. -
Wezîrê berê yê Îranê Cevad Zarîf: Divê Îran bi DYE'yê re li hev bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê berê Mûhamed Cevad Zarîf anî ziman ku ji bo şer bi dawî bibe divê Tehran bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re li hev bike. -
Îranê îdîa kir ku balafireke din a F-35 xistine
Muxafizên Şoreşê yên Îranê îdîa kir ku balafireke F-35 ji aliyê sîstema wan a parastina hewayî ve hatiye xistin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî hîna îdîa piştrast nekiriye. -
Li Îranê bêhtirî hezar û 600 kes mirin, li Îsraîlê jî bêhtirî 6 hezar û 500 kes birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, ragihand ku ji dema şerê li dijî Îranê û vir ve 6 hezar û 594 kes birîndar bûne. HRANA’ê jî, diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Îranê hezar û 600 kes bûne qurbanî. -
Îsraîlê meha dawî li Lubnanê li zêdeyî 3 hezar û 500 hedefî xist
Artêşa Îsraîlê ragihand ku meha dawî li Lubnanê li zêdeyî 3 hezar û 500 hedefî xistiye û nêzî hezar endamên Hîzbûllahê kuştiye. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişan de 1.345 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
DYE’yê li binesaziyên sivîl xist, NY jî ‘Hurmuzê’ nîqaş dike
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku li Îranê piştî piran wê santralên elektrîkê jî bên hedefgirtin. Îranê diyar kir ku di êrîşan de sivîl tên hedefgirtin. -
Ji Îranê gefa Tengava Hirmuzê: "Wê ji bo demek dirêj bê girtin"
Îranê li dijî DYE û Îsraîlê gefa demeke dirêj girtina Tengava Hurmuzê xwar. Li herêmê jî pevçûn belav dibin û êrîşên beramber zede dibin. -
Şer li başûrê Lubnanê dewam dike
Şer û pevçûnên di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de berdewam dikin û li gorî Îsraîlê di 24 saetên dawîn de bi dehan endamên Hizbullahê hatine kuştin. -
Macron: Bidestxistina Hurmuzê bi operasyona leşkerî rasteqîn nîne
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku vekirina Tengava Hurmuzê bi hêza leşkerî rêyeke rasteqîn nîne. Londonê jî ji bo jinûve vekirina tengavê, bi beşdariya zêdeyî 40 welatî civîneke navneteweyî lidar xist. -
Li Îranê ciwanekî 18 salî hate darvekirin
Amirhossein Hatami ku têkildarî xwepêşandanên şermezarkirinê yên meha Çileyê li Îranê hate darizandin, hate darvekirin. -
3 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin
Heşdî Şabî diyar kir ku li Teleferê di êrişa li ser hêzên wan de 3 endamên wan hatin kuştin ku yek ji wan fermandar bû. -
Ji Trump gefa 'vegerandina 'serdema kevir', ji Îranê jî gefa 'êrişa hilweşîner'
Piştî gefa Trump ku ji bo Îranê gotibû 'wê vegerîne serdema kevir' artêşa Îranê ragihand ku wê li hemberî Washington û Tel Avîvê êrişên "Hîn berfireh, hilweşîner û eciqandinê" pêk bîne. -
Fermandarekî Heşdî Şeebî hat kuştin
Balafirên şer yên DYE-Îsraîlê bi dijwarî Lîwaya 53 ya Heşdî Şeebî ya navçeya Tilehfer a sînorê Nînowayê bombebaran kir û fermandarek hat kuştin. -
Trump: Îranê daxwaza agirbestê kir, ger Tengava Hurmuzê vebe em ê binirxînin
Serokê DYE’yê Donald Trump îdia kir ku rêveberiya nû ya Îranê ji Washingtonê daxwaza agirbestê kiriye. Trump agirbest bi şertê ku Tengava Hurmuzê bê vekrin ve girêda. Serokê Meclîsa Îranê Galîbaf bi tundî bertek nîşanî rayedarên DYE’yê da. -
Amnesty: Di her kêliyê de 7 muxalîfên Îranê dikarin bêne darvekirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku li Îranê di nava 24 saetan de 4 muxalîf bi dizî hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 7 xwepêşandêran heye. -
Îsraîlê li Tehranê êrîş bir ser balyozxaneya berê ya DYE’yê
Îsraîlê avahiya balyozxaneya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hinceta hêzên leşkerî yên Îranê lê bi cih bûne, bombebaran kir.