ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Hat angaşt kirin ‘DYA piyadeyên deryayî ên zêde li Rojhilata Navîn bi cih dike’
Çapemeniya DYA’yê nivîsand ku rêveberiya Washingtonê xwe amade dike ku bi hezaran piyadeyên deryayî ên zêde bişîne Rojhilata Navîn. Tê diyarkirin ku veguhastin dibe ku bibe nîşana operasyoneke bejayî ya dibeyî a li dijî Îranê. -
Di êrîşa ser Tehranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan
Di roja 21’emîn a şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, du jinên Kurd di bombebarana Tehranê de jiyana xwe ji dest dan. -
Îran: Em ê berpirsên Emerîkî û Îsraîlî heta cihê geştyariyê bişopînin
Hêzên Çekdar ên Îranê di daxuyaniya roja Înê de gefa ku ew ê li her derê berpirsên Emerîkî û Îsraîlî heta cihên geştyariyê bişopînin, xwar. -
Trump ji NATO'yê re got: Tirsonek, em ê vê yekê ji bîr nekin!
Serokê DYE’yê Donald Trump ji ber ku di şerê li dijî Îranê de piştgiriya ku dixwest bi dest nexist, welatên NATO’yê bi "tirsonekî” tawanbar kir û got, "Em ê vê yekê ji bîr nekin." -
NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê bi demkî vekişand
Hate ragihandin ku NATO’yê mîsyona xwe ya li Iraqê şêwirmendiya hêzên ewlehiyê dike û piştgiriyê dide, ji ber bandorên şerê li Rojhilata Navîn bi demkî vekişandiye. -
Îsraîlê gef li Şamê xwar: Em ê nehêlin ku zerar bigihêje Durziyan
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwar û got, "Îsraîl wê destûrê nede ku zerar bigihêje Durziyan û eger pêwîstî pê hebe wê derbeke hîn hişk lê bide." -
Şerê Rojhilata Navîn: Girava Hargê di hedefê de ye
Hate îdîakirin ku rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trump bi armanca zêdekirina zexta li ser Îranê dixwaze kontrola Girava Hargê bigire destê xwe yan jî giravê dorpêç bike ku girava berbehs xwediyê girîngiyeke stratejîk e. -
Şer di roja 21'emîn de ye: Berdevkê Muxafizên Şoreşê mir
Şer navbera Îran, DYE û Îsraîlê 21 roj in dewam dike. Berdevkê Muxafizên Şoreşê hate kuştin. Îsraîlê êriş bir ser navendên fermandariyê û deryayê. -
Îranê pehlewanekî navdar darve kir
Dewleta Îranê pehlewanê avdar ê 19 salî Salih Mûhammedî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên şermezarkirinê bûye darve kir. -
Netanyahu armancên şer eşkere kir: Em ê kapasîteya nukleer û mûşekên Îranê tune bikin
Di nava maseya şetrencê ya lîstikvanên herêmî û navdewletî de serweriya Iraqê hatiye perçiqandin û Şengal bûye qurbana bêserûberiya kontrolkirî. Heya ku Bexda hişmendiya xwe ya navendperest neguhere û Şengal di navbera Hewlêr û navendê de wekî karteke baz -
Li Lubnanê hejmara kuştiyan hezarî derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2’yê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm hezar û yek kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di nav wan de bi dehan jin, zarok û xebatkarên tenduristiyê hene. -
Şeş welatan derbarê Tengava Hurmuzê de gav avêtin
Fransa, Brîtanya, Elmanya, Îtalya, Holenda û Japonya’yê, êrişên Îranê yên li ser binesaziyên enerjiyê yên li kendavê şermezar kirin û ji bo ewlehiya Tengava Hurmuzê daxuyaniyeke hevpar dan. -
DYE: Me li zêdeyî 7 hezar hedefî xistin, em şer qezenç dikin!
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Pete Hegseth anî ziman ku wan heta niha li Îranê li zêdeyî 7 hezar hedefî xistine û got, "Em bi ser bikevin." -
Qada hewayî ya Iraqê wê 72 saetên din girtî bimîne
Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Iraqê ragihand ku dema girtîhiştina qada hewayî ya welêt ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin. -
Şer li Rojhilata Navîn berfireh dibe: Bandor li 11 welatan bû, bîlanço giran dibe
Şerê ku bi êrişa DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê destpê kir, bandorê li seranserê Rojhilata Navîn dike. Bandor herî kêm li 11 welatan bû. Hate ragihandin ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Rageşiya li xeta Sûriye-Iraqê zêde dibe
Artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê dest bi bicihkirineke mezin a leşkeran kir. Li gorî çavdêran ev yek bes ne bi armanca parastin yan jî ewlehiyê ye di heman demê de têkildarî amadekariyên şer û pevçûneke muhtemel a li gel hêzên Haşdî Şabiyê ye. -
Li Îranê bîlanço giran dibe: Li gorî HRANA'yê herî kêm 1369 sivîl hatin kuştin
Di êrişên Îsraîl û DYE'yê de yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 15 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku di nava 20 rojên dawî de herî kêm 1369 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Êrişa hewayî li dijî Heşdî Şabî: 2 mirî, 5 birîndar
Heşdî Şabî ku Îran piştgiriya wê dike, li Selaheddîn û Mûsilê bû hedefa êrişê. Hate ragihandin ku 2 endamên Heşdî Şabî mirin, 5 jî birîndar bûn. -
Binesaziyên enerjiyê tên hedef girtin, fikarên li ser ‘şerê gazê’ zêdetir dibe
Şerê li dijî Îranê ket roja xwe ya 20’emîn. Li gel vê êrîşên li ser binesaziyên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn rageşiyê mezintir dike. Serokê DYE Donald Trump gefa ‘ew ê êrîşê navendên gazê yên Îranê bike’ xwar. -
Şerê Rojhilata Navîn: Buhayê gazê li Ewropayê ji sedî 35 zêde bû
Piştî êrişên li ser binesaziya enerjiyê yên li Rojhilata Navîn buhayê gazê yên li Ewropayê gelekî zêde bû. -
Êrişên bi fuzeyan ên Îranê li Şerîa Rojava û Îsraîlê bû sedema mirinê
Di êrişên Îranê yên bi fuzeyan de li Şerîa Rojava û Îsraîlê 3 jinên Fîlîstînî û karkerekî biyanî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. -
Îsraîl û DYA’yê tesîsa gazê ya herî mezin a Îranê bombebaran kir
Îsraîl û DYA’yê tesîsa gaza xwezayî ya herî mezin a Îranê hedef girtin. Hate ragihandin ku tesîs hatiye asta ku neyê bikaranîn. -
Li Îranê pêla nû ya binçavkirinê
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku li seranserî welêt 220 welatî hatin binçavkirin. -
Li Îranê jinek hate kuştin, 2 aktîvîstên jin hatin binçavkirin
Li Îranê 2 aktîvîstên jin hatin binçavkirin, jinek jî hate kuştin. -
Îsraîl: Serokê Îstîxbarata Îranê hate kuştin
Li Rojhilata Navîn şerê giran dewam dike. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku Serokê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl hatîb bi operasyonekê hate kuştin.