ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de zêdetirî 300 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên dawî de herî kêm 303 kes jiyana xwe ji desr dane û zêdetirî 1150 kes birîndar bûne. -
Banga agirbesta demkî ji Libnanê
Rêveberiya Beyrûtê, ji bo rê li ber muzakereyên berfirehtir ên bi Îsraîlê re vebike, daxwaza agirbesteke demkî kir. -
Netanyahu talîmat da ku rasterast muzakere bi Lubnanê re bê kirin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ji bo bêçekkirina Hizbûllahê û avakirina têkiliyên aştiyê talîmat da ku rasterast muzakere bi Lubnanê re bê kirin. -
Elmanya bi Îranê re dest bi hevdîtinan dike
Serokwezîr Friedrich Merz daxuyand ku piştî agirbestê pêvajoya dîplomatîk dê dîsa dest pê bike. Merz bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê û destnîşan kir ku ev yek aştiyê dixe metirsiyê. -
Hikûmeta Lubnanê li Beyrûtê qedexe danî ser komên çekdar ên derveyî dewletê
Hikûmeta Lubnanê, piştî êrîşên kujer ên Îsraîlê yên li ser Beyrûtê, li paytextê hilgirtina çekan ji bo komên çekdar ên ku ne ser bi dewletê ne, qedexe kir. -
Fransa: Dibe ku rawestandina peymana YE-Îsraîlê dîsa têkeve rojevê
Wezareta Karûn Derve ya Fransayê ragihand ku nîqaşên li ser rawestandina peymana hevkariyê ya di navbera Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê de dibe ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û tundûtûjiya li ser niştecihên li Şerîaya Rojava ji nû ve destpê bikin. -
HRANA: Hejmara qurbaniyên li Îranê 3 hezar derbas kir
HRANA ku navenda wê li DYE’yê ye, ragihand ku hejmara qurbaniyên li Îranê piştî êrîşên Îsraîl û DYE’yê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir 3 hezar derbas kirin. Di nava qurbaniyan de bi sedan zarok û gelek leşker jî hene. -
Netanyahu careke din gef li Lubnanê xwar: Em ê li her devera pêwîst li Hîzbûllahê bixin
Serokwezîrê Îsraîlê Binaymin Netanyahu piştî êrişên kujer ên li ser Lubnanê careke din gef xwar û got, li her devera pêwîst wê li Hîzbûllahê bixin. -
Dayikên Aştiyê yên Îranê: Li hemberî êrişan bêdeng nemînin
Koma Dayikên Aştiyê ya Îranê ragihand ku êriş bandoreke giran li jin û zarokan dike û ji bo rawestandina şer banga gavavêtinê kir. -
Hevdîtinên Tehran-Washingtonê destpê dikin: Îsraîl agirbestê binpê dike
Heman piştî destepêkirina agirbesta du hefteyan a navbera DYE û Îranê, bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê rageşiya li herêmê jinûve bilind kir. -
Îran: Divê DYE di navber agirbestê yan jî şer de hilbijartinê bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku nabe DYE bi pêvçûnên li ser Îsraîlê tên meşandin re agirbestê berdewam bike û bang li Washingtonê kir ku "bijartinek zelal" bike. -
Îranê weke bersiva êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê Tengava Hurmuzê girt
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê weke bersiva êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê hatiye girtin. Li Lubnanê hejmara miriyan gihiştiye herî kêm 254 kesan. -
Tehran tevî agirbestê hat bombebarankirin
Hate diyarkirin ku tevî agirbesta 15 rojî ya di navbera Îran û DYE'yê de jî Tehran hat bombebarankirin. Bilançoya êrîşê hîna zelal nebûye. -
Nediyarî û rîskên ewlehiyê yên Tengava Hurmuzê berdewam dikin
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bertek nîşanî binpêkirinên agirbestên li Rojhilata Navîn da û banga xwînsariyê li hemû aliyan kir. Nediyarî û rîskên ewlehiyê yên Tengava Hurmuzê berdewam dikin. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de herî kêm 89 kes jiyana xwe ji dest dan
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nasredîn ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 89 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. -
Îsraîlê êrîşeke berfireh li ser Lubnanê da destpêkirin, NY û Lubnan şermezar kirin
Malbatên dîlgirtiyan, nûnerên sazî û xelkê bajarê Qamişloyê li pêş avahiya Komîseriya NYˊyê kom bûn, daxwaza tavilê ya berdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. -
86 sazî banga bidawîkirina darvekirinên Îranê kirin
Li dijî darvekirinên Îranê 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan bangeke hevbeş a ‘çalakiya cîhanî’ kir. Saziyan ji Îranê xwest ku darvekirinan bi dawî bike, girtiyên siyasî berde û cezayê darvekirinê rake. -
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê: Pîşesaziya parastinê ya Îranê ‘bi temamî’ hat tunekirin
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth piştî agirbesta bi Îranê re daxuyanî da û îdîa kir ku pîşesaziya parastinê ya Îranê "bi temamî” hat tunekirin. -
Artêşa Îsraîlê: Li Lubnanê di 10 deqeyan de li 100 hedefan hate xistin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji bo Lubnanê agirbest red kiriye û di êrîşên dawî yên li ser Lubnanê de di 10 deqeyan de li 100 hedefên leşkerî xistine. -
Îsraîl êrişên li ser Lubnanê nasekinîne
Îsraîl li gel agirbesta bi Îranê re jî êrişên li ser Lubnanê dewam dike. -
Li Iraqê û Herêma Kurdistanê seferên balafiran destpê dike
Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand ku îro li Iraqê û Herêma Kurdistanê seferên balafiran jinûve destpê dike. -
Macron xwest ku Lubnanê jî bikeve ber agirbestê
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron agirbesta ku li Îranê hate îlankirin weke ‘’geşedaneke pir erênî’’ pênase kir û diyar kir ku divê ji bo Lubnanê jî derbasdar be. -
Di nava 24 saetên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 36 kes hatin kuştin
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de ji ber şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Agirbesta du hefteyî: Aliyan ‘serketin’ îlan kir, Îsraîlê agirbest qebûl kir
DYE û Îran bi şertê ku Hurmuz car din were vekirin, agirbesta 15 rojî qebûl kirin. Biryara ku Trump di deqeya dawî de ragihand, li herêmê xeteriyeke şer a hîn mezintir rawestand. Tê payîn ku alî roja înê li Îslamabadê li ser maseya muzakereyê rûnin. -
Di plana Îranê de ya ji 10 xalan çi heye?
Tehran di berdêla agirbesta bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de dixwaze bernameya wê ya nukleerî bê naskirin, pêkanîn hemû bêne rakirin û kontrola Îranê ya li ser Hurmuzê bê qebûlkirin.