ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Washington wê dorpêça li ser lêmanên Îranê bidomîne
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê dorpêça li ser lêmanên Îranê ya ku ji roja duşemê ve di meriyetê de ye, bidomînin. -
Li Mûsilê 3 gorên komî têne vekirin
Waliyê Mûsilê ragihand ku 3 gorên komî yên li navçeyên hermat û Mişêrifeyê hatin tespîtkirin ji aliyê tîman ve têne vekirin. -
Çavkaniyên Îsraîlê: Netanyahu û Serokkomarê Lubnanê wê biaxivin
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu wê îro bi telefonê bi Joseph Aoun re biaxive. -
Hinardekirina petrola Iraqê li ser Sûriyeyê destpê kir
Ji bo hinardekirina petrola Iraqê, Sûriye yekem tanker bar kirin. -
Trump: Lîderên Îsraîl û Lubnanê wê bicivin, Beyrûdê got 'haya me jê nîne'
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku lîderên Îsraîl û Lubnanê wê roja Pêncşemê bicivin. -
Starmer bertek nîşanî gefên Trump da: 'Ev ne şerê me ye’
Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer ragihand ku ew ê li ber zexta Serokê DYE’yê Donald Trump ku dixwaze Îngiltereyê beşdarî şerê li dijî Îranê bike, serî netewînin. Starmer di Parlamentoyê de axivî û diyar kir ku London wê beşdarî şer nebe. -
Îdîaya ‘Îranê ji bo lêxistina hedefên DYE’yê peyka Çînê bi kar aniye!’
Li gorî nûçeya Rojnameya Financial Timesê Îranê di dawiya 2024’an de bi awayekî veşartî peykeke sîxur a ji aliyê Çînê ve hatiye çêkirin, kiriye û ji bo hedefgirtina baregehên DYE’yê yên li Rojhilata Navîn bi kar aniye. -
Zêdeyî 350 rayedarên berê yên Ewropî li dijî Îsraîlê banga pêkanînê kirin
Zêdeyî 350 wezîrên berê ku şefê berê yê polîtîkaya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell jî di nav de bû, bang kirin ku Peymana Hevkariyê ya navbera sefîrê bilind, rayedarên Ewropî yên payebilind, Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê were rawestandin. -
Di êrişên Îsraîlê de 9 Lubnaniyan jiyana xwe ji dest dan
Li başûrê Lubnanê, di êrişên hewayî yên Îsraîlê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn. -
Trump: Şerê bi Îranê re 'li ber qedandinê' ye, dibe ku muzakere jinûve destpê bikin
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re li ber qedandinê ye. Trump her wiha got, rêveberiya Tehranê dixwaze li hev bike. -
Îsraîl di muzakereyên bi Lubnanê re de dixwaze Fransayê dûr bike
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Yechier Leiter diyar kir ku ew naxwazin Fransa tevlî muzakereyên navbera Îsraîl û Lubnanê bibe. -
Hevdîtina di navbera Îsraîl û Libnanê de bi dawî bû
Piştî hevdîtinên li Washingtona paytexta DYA’yê di navbera balyozên Îsraîl û Lubnanê de, hat ragihandin ku alî li ser destpêkirina muzakereyên rasterast li hev kirine. -
CPJ’ê bang li Kuweytê kir: Bila rojnamevan Ahmed Şihab-Eldin were berdan
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), xwest ku rojnamevan Ahmed Şihab-Eldin ê ku li Kuweytê hatibû binçavkirin, were berdan. Saziyê diyar kir ku sûcdariyên li dijî wî, ji bo bêdengkirina rojnamevanên serbixwe tên bikaranîn. -
Hizbulahê ragihand ku li bakurê Îsraîlê 13 jiyangeh armanc girtin e
Hizbulahê diyar kir ku piştî destpêkirina hevdîtinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Libnanê de ku li Washingtonê birêve diçin, wan bi hevdemî êrişên rokêtî birine ser 13 bajarokên li bakurê Îsraîlê. -
Îsraîlê bang li Libnanê kir ku ‘asayî bibin’: Çav li hevdîtinên Washingtonê ne
Rêveberiya Îsraîlê ya ku ji serê meha Adarê û vir ve Libnanê bombebaran dike, diyar kir ku ew dixwazin bi Libnanê re aştiyeke mayînde û asayîbûnê pêk bînin, lê Hizbullahê weke bingeha pirsgirêkê nîşan da. -
Ji Serokkomarê Iraqê peyama Enfalê
Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî bi boneya 38’emîn salvegera Enfalê daxuyaniyek da û got, “Divê hikumeta federal û Herêma Kurdistanê hewldanên ji bo lêgerîna rûfatên hemû şehîdan zêde bike.’’ -
Wezîra Îngiliz: Dema ku plana bidawîkirinê tine be, şer 'dînîtî' ye
Wezîra Maliyeyê ya Îngilistanê Rachel Reeves 'dînîtiya' Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şermezar kir, ku "Bêyî planeke şênber a bidawîkirinê" li Rojhilata Navîn ketiye nava şer. -
DYE’yê ji Îranê re pêşniyar kir ku 20 salan dewlemendkirina ûranyûmê rawestîne
Di nîqaşên navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de hate pêşniyarkirin ku eger bernameya dewlemendkirina ûranyûmê ji bo demek dirêj were sekinandin, wê pêkanîn bên sivikkirin. Nêrînên her du aliyan ji bo demê, cuda ye. -
Avaniya siyasî û civakî ya Îranê
Şerê DYE-Îsraîl û Îranê rewşa şênber a hesabpirsînê ye ku ji Şoreşa Îslamî ya 1979'an û vir ve dewam dike. Beşa destpêkê ya avaniya siyasî û civakî ya Îranê. -
Endamên NATO’yê plana Trump a Hurmuzê red kirin
Endamên NATO’yê ragihandin ku ew ê beşdarî dorpêçkirina Tengava Hurmuzê ya ji aliyê Donald Trump ve hatiye ragihand, nebin. -
Li Îranê 232 kes hatin binçavkirin
Li Îranê di nava du rojan de 232 kes hatin binçavkirin. -
Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir: 13 kes mirin
Di encama du êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnana Başûr de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne. -
Artêşa Îranê: Dorpêça deryayî ya DYE'yê 'ne qanûnî' û 'korsanî' ye
Artêşa Îranê nerazîbûn nîşanî dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da, ku wê di nava rojê de destpê bike û got, "Ne qanûnî" ye. -
Dorpêça li ser bendergehên Îranê destpê dike, Tehranê got 'Em gelekî nêzî lihevkirinê bûn'
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku piştî danûstandinên neserketî yên bi Îranê re dorpêçê datînin ser hemû bendergehên Îranê. Biryarê bazara enerjiyê ya navneteweyî hejand. -
Li Îranê di sala 2025’an de herî kêm 1639 kes hatin darvekirin
Hat ragihandin ku li Îranê di sala 2025’an de herî kêm 1639 kes hatine darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan, dan xuyakirin ku ev hejmar di nava deh salên dawî de asta herî bilind e û got ku dibe ev hejmar bêhtir be.