ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Libnanê 2 leşkerên din ên hêza aştiyê jiyana xwe ji dest dan
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li başûrê Libnanê du leşkerên din ên hêza aştiyê hatine kuştin. Ev bûyer piştî daxuyaniya Îsraîlê ya derbarê berfirehkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê de pêk hat. -
Trump li ser Girava Hargê gef xwarin: ‘Lihevkirin çênebe em ê her tiştî tune bikin’
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ger ji hevdîtinên li gel Îranê bi lez encamek neyê standin û Tengava Hurmuzê ji nû ve venebe ew ê binesaziya enerjiyê ya Îranê û Girava Hargê hedef bigirin. -
Hêzên Heşdî Şeebî yên ku ala Iraqê hilgirtin, li Îranê ne
Hat ragihandin ku liv û tevgera hêzên Heşdî Şeebî li seranserî Îranê zêde bûye. -
Li dijî baregehên Sûriyeyê yê nêzî sînorê Iraqê êrîşa bi dronan
Artêşa Sûriyeyê, ragihand ku hin baregehên wan ên leşkerî ku li rojhilatê welêt nêzî sînorên Iraqê ne, serê sibehê rastî êrîşên bi dronan hatine. -
Îranê piştrast kir ku fermandarê wan ê hêzên deryayî miriye
Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Muxafizên Şoreşê Amîral Alî Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest daye. Îsraîlê jî diyar kir ku di nava du rojên dawî de li Tehranê li nêzî 40 navendên hilberîna çekan û lêkolînê xistiye. -
Li Bexdayê bi baregeha leşkerî ya Iraqê bû hedefa êrişa bi fuzeyê
Baregeheke leşkerî ya Iraqê ya li Bexdayê bû hedefa êrişa bi fuzeyê. Di êrişê de xisar li balafireke veguhestina leşkerî ya artêşa Iraqê bû. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
HRANA'yê ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de di êrişan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. -
PJAK: Îran pêwîste derbasî pergalekî demokratik bike
Endamê Desteya Rêveber ya PJAK’ê Rêwar Awdanan destnîşan kir ku ji bo ku Kurd û hemû gelen li Îranê tevlî siyasetê bibin û di rêveberiyê de cih bigirin, pêwîste Îran veguhere pergalekî demokratik û adil. -
Welatên herêmê li ser bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn civiyan
Wezîrên derve yên Misir, Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyeyê banga danûstandinan di navbera Washington û Tehranê de kirin da ku şer bi dawî bibe, pêşî li gurbûna pevçûnan were girtin. -
Netanyahu fermana berfirehkirina ‘herêma tampon’ a li Başûrê Libnanê da
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, fermana berfirehkirina hebûna leşkerî ya li Başûrê Libnanê da û got, “Em bi biryar in ku rewşa li bakur bi bingehîn biguherînin.” -
Di navbera Pakîstan, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Misirê de civîna Îranê hate li dar xistin
Wezîrên karên derve yên Pakîstan, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Misirê, di çarçoveya hewildanên kêmkirina rageşiya şerê li Rojhilata Navîn de, li Îslamabada paytexta Pakîstanê civiyan. -
Piştî sedsalan cara ewil: Polîsên Îsraîlê rê li ber merasîma Yekşema Palmiye girtin
Polîsên Îsraîlê rê li ber du rêberên olî yên navdar ên ku diçûn merasîma Yekşema Palmiye ya li Dêra Kabîr a Pîroz li Qudsê girtin. Patrîkxaneya Latînî, ragihand ku piştî sedsalan cara ewil e rewşek bi vî rengî diqewime. -
Rewşa girtiyên li Girtîgeha Evînê nayê zanîn
Rewşa girtiyên li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê nayê zanîn. Malbat ji ewlekarî û jiyana wan bi fikar in. -
Serokê Meclîsa Îranê: DYE amadekariya êrîşa bejahî dike
Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakirî Galîbaf got, DYE li aliyekê peyamên dîplomasiyê dide, lê bi rengekî veşartî li dijî Îranê amadekariya êrîşa bejahî dike. -
HRANA: Di nava rojekê de 24 sivîl hatin kuştin, 88 jî birîndar bûn
HRANA'yê ragihand ku di şerê DYE-Îsraîl û Îranê de di nava rojekê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 88 kes jî birîndar bûn. -
Tehran tê bombekirin, hat îdîakirin ku DYE amadekariya operasyona bejahî dike
Di hefteya pêncemîn a şerê li Rojhilata Navîn de jî paytexta Îranê Tehran tê bombekirin. Li aliyek Îran gef li ser zanîngehên Emerîkî yên li welatên Kendavê dixwe û li aliyê din jî tê îdîakirin ku Pentagon amadekariya operasyona bejahî dike. -
Bi hezaran leşkerên deryayî yên DYE’yê sewqî Rojhilata Navîn hatin kirin
Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku nêzîkî 3,500 leşkerên deryayî û deryavanî hatin Rojhilata Navîn; operasyonên li dijî Tengava Hurmuz û giravên wê di rojevê de ne. -
Li Libnanê 9 xebatkarên tenduristiyê yên din hatin kuştin
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku li başûrê Libnanê di pênc êrîşên cuda de 9 xebatkarên tenduristiyê hatine qetilkirin û 7 xebatkar jî birîndar bûne. -
Tesîsa Nukleerî ya Buşehrê û noqteyên hesas hatin bombebarankirin
Medyaya Îranê ragihand ku navendên parastina hewayî, derdora tesîsa nukleerî û hedefên leşkerî hatin bombebarankirin. -
Îsraîlê li Başûrê Libnanê 3 rojnameger kuştin
Îsraîlê bi êrîşeke balafirên bêmirov (AHB) siwareya sê rojnamegeran kir armanc. Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, êrîş wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî şermezar kir. -
Şerê DYE- Îsraîl û Îranê di roja 29’an de ye
Di roja 29’an a şerê DYE- Îsraîl û Îranê de êrîşan berê xwe da tesîsên nukleerî. Windahî zêde dibin, tehrîbat û gefên aliyan berdewam dikin. -
FAO: Şerê Îranê gefê li sîstema xurekê ya kûreyî dixwe
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hişyarî da ku şerê li Rojhilata Navîn dibe li ser sîstemên enerjî û çandinî-xurekê bandorên cidî biafirîne. -
Îranê hişyariya ’bedela giran’ da Îsraîl û DYA’yê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî daxuyand ku Îran piştî êrîşên li ser kargehên pola û tesîsên nukleerî yên sivîl wê bersivê bide Îsraîl Û DYE’yê. -
DYE: Zêdetirî 300 leşker di şerê Îranê de birîndar bûne
Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku ji 28’ê Sibatê vir ve di şer de zêdetirî 300 leşker birîndar bûne û 13 leşker jiyana xwe ji dest dane. -
Serokwezîrê Elmanyayê Merz wê li Berlînê pêşwaziya Şara bike
Hat hînbûn ku Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz wê roja Duşemê li Berlînê pêşwaziya Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara bike. Tê payîn ku di civînê de şerê li Rojhilata Navîn, jinûve avakirina Sûriyeyê û rewşa aboriyê bên nîqaşkirin.