ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Lubnanê bombardûmana giran a Îsraîlê: Zêdeyî 20 kes mirin
Li başûrê Lubnanê di encama bombardûmana giran a artêşa Îsraîlê de herî kêm 22 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
UNICEF: Di nava hefteyekê de li Lubnanê 59 zarok mirin an jî birîndar bûn
Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li gel agirbestê jî hefteya derbasbûyî li Lubnanê herî kêm 59 zarokan jiyana xwe ji dest dan, yan jî birîndar bûn. -
Rejîma Îranê Muhammed Ebbasî bi darve kir
HRANA'yê ragihand ku Muhammed Ebbasî ê ku li Îranê di dema protestoyên meha Çileyê de hate girtin, hate bi darve kirin. -
Parêzera Îranî Nesrîn Sotude bi kefaletê hat berdan
Parêzera mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sotude piştî girtina zêdeyî mehekî, bi kefaletê hate berdan. -
Li Lubnanê li zêdeyî 40 nuqteyan hate xistin: Zarok jî di nav de gelek kes hatin qetilkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li başûrê Lubnanê li zêdeyî 40 nuqteyên leşkerî û binesaziyên Hîzbûllahê hate xistin. Di nava kesên hatine qetilkirin de, zarok jî hene. -
Îmaratê 21 kes û rêxistinên Lubnanî weke ‘terorîst’ îlan kir
Îmaratê bi hinceta ku têkiliya wan li gel Hizbullahê heye 21 kes û sazî li ‘’lîsteya terorîstan’’ zêde kirin. Biryar, di dema zêdebûna rageşiya li Kendavê ya piştî şerê Îran û DYE-Îsraîlê hate girtin. -
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Dadgeriya Îranê bi îdîaya 'sîxuriyê' Ehsan Afarashteh darve kir. -
Li Başûrê Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 13 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li başûrê Lubnanê di êrişên roja Sêşemê de leşkerek, zarokek û du wezîfedarên parastina sivîl jî di nav de 13 kes hatin kuştin. -
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Nabatiyê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Nabatiyê ya li başûrê Lubnanê de du xebatkarên parstinê yên sivîl û kesekî jiyana xwe ji dest dan. -
Îran ji DYE’yê re got: ‘Alternatîfeke din nîne, divê daxwazên me bên qebûlkirin’
Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Bakir Kalibaf, diyar kir ku ger pêşniyarên wan kiriye ji hêla DYE’yê ve neyên qebûlkirin, ew ê danûstandinên ji bo bidawîkirina şer mayînde nebin. -
Li Îranê di nava 21 rojî de 23 girtiyên siyasî hatin darvekirin
Li Îranê ji 21'ê Adarê û vir ve 23 girtiyên siyasî hatin darvekirin û cenazeyên piraniya qurbaniyan radestî malbatên wan nehate kirin. -
Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin: Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê îdîa kirin ku hefteyên dawî di operasyonên li başûrê Lubnanê de zêdeyî 350 kes ji Hîzbûllahê hatin kuştin. -
WSJ: Îmaratê bi rengekî veşartî êrişên leşkerî bir ser Îranê
Rojnameya Emerîkî The Wall Street Journalê ragihand ku Îmaratê meha nîsanê operasyonên veşartî yên leşkerî li hemberî Îranê pêk anî. -
Îsraîlê êrîşî navenda tenduristiyê ya Lubnanê kir
Îsraîlê êrîşî ser navenda tenduristiyê ya Srîfa li bajarê Tyre yê Lubnanê kir. Di êrîşê de xebatkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da û pênc kes birîndar bûn. -
Trump: Agirbest di ‘yekeya lixwenêrînê’ de ye
Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên derbarê Îranê de parast ku ew ê “serkeftineke tam” bi dest bixin û got ku agirbest di “yekeya lixwenêrînê” de ye -
Îranê bersiva bi şert da DYE'yê: Divê şerê li herêmê bi dawî bibe
Îranê di bersiva xwe de ya ji bopêşniyara DYE'yê ya li ser bidawîkirina şer, diyar kir ku ew tenê "mafên xwe yên rewa" dixwaze, divê şer bi dawî bibe û sermayeya îranê ya bi salan hatiye rawestandin bê berdan. -
Li Îranê xwendekarekî endezyariya fezayê hat darvekirin
Xwendekarê endezyariya fezayê Îrfan Şakurzadeh ê ku li Îranê bi îdîaya ‘Sîxurî’ û ‘Hevkariya bi CIA û Mossad’ re kirin hatibû girtin, li girtîgeha Kizilhîsar a li bajarê Kerece hat darvekirin. -
Trump nerazîbûn nîşanî bersiva Îranê da: Nayê qebûlkirin
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku bersiva Îranê ya ji bo pêşniyara Washingtonê ya ji bo bidawîkirina şer "bi temamî nayê qebûlkirin." -
Îranê bersiva pêşniyara DYA’yê ya ji bo bidawîkirina şer da
Hate ragihandin ku Îranê bersiva xwe ya derbarê pêşniyara DYA’yê ya bi armanca bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, bi rêya Pakîstanê ji Washingtonê re şandiye. Tê diyarkirin ku alî li ser lihevkirineke demkî dixebitin -
Îran: Welatên ku pêkanîn ferz kirine, wê li Hurmuzê rû bi rûyê zehmetiyan bimînin
Artêşa Îranê ragihand ku welatên ku pêkanînên DYE’yê li hemberî Îranê ferz kirine, wê di dema derbasbûna li Hurmuzê de rû bi rûyê pirsgirêkan bimînin. Tehranê diyar kir ku hemû keştiyên di tengavê re derbas bibin, divê bi Îranê re koordînasyonê çêbikin. -
Li Bexdayê cotkar ji bo mafên xwe meşiyan
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi sedan cotkarên ji Herêma Kurdistanê û wîlayetên cuda yên Iraqê li hev civiyan û bi daxwaza mûçeyên xwe çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. -
Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê wezîfedarekî din ê tenduristiyê kuşt
Artêşa Îsraîlê bi balafirên bêmirov êrîş bir ser navendeke Komîteya Tenduristiyê ya Îslamî ya li nêzî Tebnînê, di encamê de wezîfedarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn. -
WSJ: Îsraîl ji bo operasyonên Îranê li Iraqê baregeheke veşartî ava kir
Li gorî The Wall Street Journal, Îsraîlê ji bo piştgiriya operasyonên hewayî yên li dijî Îranê baregeheke leşkerî ya veşartî li çola Iraqê ava kiriye. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku baregeh bi agahdariya DYE’yê hatiye avakirin. -
Yekîtiya Ewropayê ji bo Başûrê Libnanê banga gihandina mirovî ya lezgîn kir
Hadja Lahbib, berpirsyara Yekîtiya Ewropayê ya ji krîzên mirovî, diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê û şer û pevçûnan, gihandina alîkariyên mirovî li Başûrê Libnanê bi giranî tê astengkirin û banga pabendbûna bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî kir -
Di êrîşên Îsraîlê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de herî kêm 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Hizbûllah ragihand ku wan êrîşeke roketî li ser bakurê Îsraîlê kiriye. Rageşiya li herêmê bi êrîşên beramberî zêde dibe.