ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îran girtiyek din darve kir û 6 girtî di bin xetereya darvekirinê de ne
Di demeke ku kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re’ didome de, li Îranê girtiyek din hat darvekirin û 6 girtî jî di bin xetereya darvekirinê de ne. Her wiha girtiyên siyasî yên jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin. -
Xamaney: Welatên Kendavê wê êdî ji baregehên DYE'yê re nebin mertal
Lîderê olî yê Îranê Mucteba Xamaney îdîa kir ku bandora DYE'yê ya li herêmê nema ye û welatên Kendavê jî wê êdî ji bo parastina baregehên leşkerî yên Emerîkî nikaribin bibin 'mertal'. -
DYE’yê li Îranê xist, Rubio got, ‘lihevkirin hîna pêkan e’
Washington ragihand ku li başûrê Îranê li rampayên fuzeyan û leşkerên ku hewl didan mayinan deynin, hate xistin. Hat diyarkirin ku êrîş tevî agirbesta navbera her du welatan pêk hatin û muzakereyên dîplomatîk jî didomin. -
Azîzî: Bêyî gavên cihê baweriyê, peyman nabe
Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlekariya Neteweyî ya Konseya Şûra ya Îranê Îbrahîm Azîzî got, ji bo lihevkirineke bi DYE'yê re divê Washington pênc gavên cihê baweriyê biavêje, naxwe muzakere wê bi wate nebe. -
Li Îranê zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibin
Hat ragihandin ku li Îranê 4 girtiyên siyasî yên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Her wiha 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ji mafê telefonê hatine bêparhiştin -
Îran: Di danûstandinên bi DYE re pêşketin heye lê lihevkirin çênebûye
Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê, ragihand ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê bi DYE re pêşketinên girîng çêbûne. Lê belê Tehranê, îdîayên ku dibêjin peymana dawî dê di demek nêz de were îmzekirin red kir. -
Rejîma Îranê kesekî din darve kir
Zext û gefên rejîma Îranê yên li ser civakê dewam dikin. Ebas Ekber ji aliyê rejîmê ve hate darvekirin. -
Îran: Îsraîl hewl dide rê li ber hevpeymanê bigire
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew û Serokê DYA’yê Donald Trump, di mijara muzakereyên derbarê Îranê de li ser "bi tevahî ji holê rakirina gefa nukleerî" li hev kirine. -
Ji Rubio daxuyaniya Îranê: Dibe saetên pêş agahiyên baş werin
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio got, di 48 saetên dawî de derbarê krîza Îranê û Kendava Hurmuzê, pêşketinên girîng hatin bidestxistin. Rubio diyar kir ku dibe di nava rojê de têkildarî Îranê daxuyaniyên nû bên dayîn. -
Li xeta sînor a Îsraîl-Lubnanê êriş: 1 mirî, 4 birîndar
Di êrişên artêşa Îsraîlê de yên li bajarokên cuda yên li başûrê Lubnanê kesek mir. Hîzbûllahê jî diyar kir ku êriş biriye ser nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê. -
Trump: Bi Îranê re muzakere hatiye kirin, peyman di qonaxa dawî de ye
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku di hevdîtinên bi Îranê re de, di asteke mezin de lihevkirin çêbûye û peyman di qonaxa dawî de ye. Tehranê jî diyar kir ku ew ji bo çareseriya dîplomatîk vekirî ye. -
Heşdî Şeebî dê entegreyê nava hikûmetê be
Hikûmeta Iraqê, ji bo entegrekirina hêzên Heşdî Şeebî nava saziyên ewlehiyê de, dest bi xebatê kir. -
HRANA: Li Îranê di 30 rojan de herî kêm 50 kes hatin darvekirin
HRANA’yê ragihand ku di 30 rojên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 50 kes hatine darvekirin û 541 kes hatine girtin. -
Çûn û hatina li Hurmuzê car din destpê kir
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku çûn û hatina li Kendava Hurmuzê car din destpê kir. -
Li Îranê qutbûna înternetê dewam dike
Rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên zarokan li ser astengiya medya dîjîtal û înternetê ya li Îranê daxuyanî dan û ev yek weke gefeke cidî li ser mafên zarokan pênase kirin. -
Îsraîlê li Lubnanê 6 xebatkarên din ên tenduristiyê kuşt
Artêşa Îsraîlê ji şeva Pêncşemê heta sibeha Înê li Başûrê Lubnanê 6 xebatkarên din ên tenduristiyê kuşt. -
Trump: Divê derbasbûyînên li Hurmuzê bêpere be, em ê uryanûmê desteser bikin
Serokê DYE Donald Trump, nerazîbûn nîşanî plana Îranê ya wergirtina pere ji keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin da û got ku tengav rêyeke avî ya navneteweyî ye. Trump her wiha îdîa kir ku ew ê uranyûma dewlemendkirî jî desteser bikin. -
Di navbera Îngilîstan û welatên Kendavê de peymaneke bazirganiyeke mezin
Rêveberiya Londonê, bi Konseya Hevkariya Kendavê re peymaneke ku tê hêvîkirin salane nêzîkî 5 mîlyar dolar tevkariya aborî bide, îmze kir. -
CNN: Îran dest bi ji nû ve avakirina kapasîteya xwe ya hilberîna leşkerî kiriye
Li gorî îstîxbarata DYE, Îranê binesaziya xwe ya drone û fuzeyan ku di şer de zirar dîtine, zû komî ser hev kiriye. -
Ji artêşa Îsraîlê liv û tevgera leşkerî û êriş
Yekîneyeke artêşa Îsraîlê kete nava herêma Vadi El Rukad a li bejahiya Derayê. Her wiha derdora Girê Ehmer ê li Kuneytrayê jî bi obusan hate bombekirin. -
Ji Îranê pêngava Tengava Hurmuzê: Qada kontrolê hate firehkirin!
Rêveberiya Tehranê ragihand ku qada xwe ya kontrolkirina Tengava Hurmuzê heta bi peravên Îmaratê berfireh kiriye. -
Dîmenên di fîloya Xezeyê de krîz derxist: Li dijî Ben Gvir nerazîbûna navneteweyî
Wezîrê rastgir ê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, dîmenên ku di fîloya Xezeyê de muameleyê xirab li çalakvanên Ewropî dike, parve kir. Ev parvekirin rastî nerazîbûnên navneteweyî hat. -
Di xeta Trump-Netanyahu de rageşiya Îranê
Hate ragihandin ku di hevdîtineke bi rêya telefonê ya navbera Serokê DYE’yê Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de têkildarî mijara Îran û Rojhilata Navîn nelihevkirineke tund çêbûye. -
Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê biryara darvekirina Tikrîtî weşand
Desteya Bilind ya Dadweriya Iraqê biryara darvekirinê ya Ecac Tikrîtî weşand û ragihand ku “tawanbar Ecac Ehmed Herdan bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin. -
Rewşa dawî ya krîza Rojhilata Navîn
Agirbesta lewaz a navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) didome, li herêmê rageşî car din zêde dibe. Îran gefan dixwe, li Lubnanê jî windahiyên can ên ji ber êrîşên Îsraîlê zêde bûn. Krîza li Hurmuzê, hîn jî bandorê li piyasaya enerjiyê dike.