Zêdeyî 350 rayedarên berê yên Ewropî li dijî Îsraîlê banga pêkanînê kirin

Zêdeyî 350 wezîrên berê ku şefê berê yê polîtîkaya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell jî di nav de bû, bang kirin ku Peymana Hevkariyê ya navbera sefîrê bilind, rayedarên Ewropî yên payebilind, Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê were rawestandin.

Di nameya vekirî de polîtîkayên Îsraîlê yên li ser xaka Fîlîstînê bi rengekî tund hatin rexnekirin.

Di metnê de hate diyarkirin ku Îsraîl li Îran û Lubnanê operasyonên leşkerî û li Xeze, Şerîaya Rojava û bi taybetî jî li Rojhilatê Qudsê “polîtîkayên dagirkerî û zextê” zêde kiriye.

Îmzevanan diyar kir ku hikûmeta Îsraîlê weke hêzeke dagirker li hemberî Fîlîstîniyan ‘berpirsyariyên hiqûqî û exlaqî binpê dike’.

‘DIVÊ HESAP WERE PIRSÎN’

Di nameyê de hate ragihandin ku çalakiyên Îsraîl maddeya 2’yan a Peymana Hevkariyê ya YE-Îsraîlê de binpê dike û wiha hate gotin, “Li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî YE divê bikeve nava liv û tevgerê û hesab bipirse.”

LI LUBNAN Û XEZEYÊ ÊRÎŞ DEWAM DIKIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di êrîşên dawî yên li ser bakurê Xezeyê de zarokek jî di nav de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Lubnanê jî ji destpêka şer û vir ve, li gorî daneyên fermî yên ku roja sêşemê hatine parvekirin, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 2.124 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 7.000 kes jî birîndar bûn.