Xamaney: Em ê birêvebirina Tengava Hurmuzê derbasî qonaxeke nû bikin

Di peyama ku tê angaşt kirin ku xwemalî Mucteba Xamaney ye û di medyaya fermî ya dewleta Îranê de hatî weşandin de hat diyarkirin ku, birêvebirina Tengava Hurmuzê dê derbasî qonaxeke nû bibe.

Daxuyaniyeke ku tê angaşt kirin xwemalî rêberê olî yê Îranê Mucteba Xamaney e, piştî ragihandina agirbestê ve cara yekem e ku di medyaya dewletê de hate xwendin.

Xamaney got ku Îran di mijara girtina tola bavê wî yê ku di roja yekem a şer de bû qurbaniyê sûîkastekê û tola hemû kesên di şer de hatine kuştin, biryardar e.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Bêguman, em ê daxwaza tezmîna her cure zirarê, berdêla xwîna şehîdan û tezmîna birîndarên vê şerî bikin. Her wiha hate diyarkirin ku Îran dê birêvebirina Tengava Hurmuzê derbasî qonaxeke nû bike, lê derbarê hûrgiliyên vê yekê de agahî nehatin dayîn.

Xamaney her wiha banga derketina qadan li xwepêşanderên alîgirê rejimê kir û got: Ji ber ku dengên ku hûn li qadên giştî bilind dikin, bandorê li encama muzakereyan dike.

Di peyamê de hat destnîşankirin ku Îran ne li pey şer e, lê dê ji mafên xwe paşve gav neavêje û eniyên berxwedanê wekî yekparçeyek têne dîtin.