Wezîrê Parastinê yê DYE’yê: Pîşesaziya parastinê ya Îranê ‘bi temamî’ hat tunekirin
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth piştî agirbesta bi Îranê re daxuyanî da û îdîa kir ku pîşesaziya parastinê ya Îranê "bi temamî” hat tunekirin.
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth piştî agirbesta bi Îranê re daxuyanî da û îdîa kir ku pîşesaziya parastinê ya Îranê "bi temamî” hat tunekirin.
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth di civîna çapemeniyê de îdîa kir ku binesaziya parastinê ya Îranê ji ber êrîşên Emerîkayê bi giranî hatiye wêrankirin.
Hegseth got, "Me bingeha pîşesaziya parastinê ya Îranê bi temamî tune kir.” Hegseth îdîa kir ku Îran êdî nikare mûşek, roket, pergalên avêtinê û wesayîtên hewayî yên bêmirov hilberîne.
Wezîrê DYE’yê anî ziman ku tesîsên hilberîna leşkerî yên Îranê "bi temamî hatine hilweşandin."
ZÊDETIR JI 13 HEZAR HEDEF HATIN LÊDAN
Hegseth bîlançoya daneyên berfireh ên operasyonên DYE’yê parve kir. Li gorî vê yekê hêzên DYE’yê zêdetirî 13 hezat hedefên Îranê xistine. Hate diyarkirin ku zêdetirî 4 hezar wan hedefên gerok bûn.
Li gorî operasyonên Fermandariya Navendî ya DYE (CENTCOM):
- Ji sedî 80’ê sîstemên parastina hewayî yên Îranê hatin tunekirin,
- 1,500 hedefên têkildarî parastinê hatin lêdan,
- Zêdetirî 450 depoyên mûşekên balîstîk hatin hedefgirtin,
- 800 depoyên wesayîtên hewayî yên bêmirov ên êrîşê hatin lêdan,
- 2 hezar fermande û noqteyên kontrolê hatin tunekirin.
DYE: EGER AGIRBEST BÊ XIRAKIRIN, JI ÊRÎŞÊN NÛ RE AMADE NE
Serfermandarê Giştî yê DYE’yê Orgeneral Dan Caine di heman civîna çapemeniyê de axivî û got ku agirbesta bi Îranê re nayê wateya aştiyeke mayînde.
Caine got, "Agirbest rawestandinek e.” Caine diyar kir ku artêşa Amerîkayê ger ferman were dayîn an jî pêwîstî bê dîtin dikare bi heman lez û bezê û hestyariyê dîsa vegere pevçûnan.
Caine anî ziman ku artêşa DYE’yê bi awayekî amade wê li herêmê bimîne.
Orgeneral Dan Caine di daxuyaniya xwe de derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de jî peyamek balkêş da.
Caine got, "Îran wê ya ûranyûma dewlemendkirî bide me, yan jî em ê wê bistînin."