Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê: Ewlekariya hilbijartinê hatiye girtin

Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Ebdulemîr Şemerî anî ziman ku ewlehiya navendên dengdanê yên li tevahiya welêt hatiye girtin.

Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî ragihand ku ewlehiya hemû navendên dengdanê hatiye mîsogerkirin û karûbar jî wek hatî plankirin birêve diçe.

Ebdulemîr Şemerî diyar kir ku karmendên hêzên ewlekariyê kom bi kom berê xwe didin navendên dengdanê.

Bi tevlîbûna 1 milyon û 340 hezar û 517 dengdêrên ji hêzên ewlekariyê û koçberan pêk tê li tevahî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya dema 6’an ya Parlementoya Iraqê siharê saet 07:00’an de destpê kir. Dengdan wê heta saet 18:00’ê êvarî dewam bike.

Biryar e 11’ê Mijdarê jî dengdana giştî were lidarxistin.