Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê berê Harrazi jiyana xwe ji dest da
Wezîrê berê Kemal Harrazi ku di êrişa Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de bi giranî birîndar bû, ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Wezîrê berê Kemal Harrazi ku di êrişa Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de bi giranî birîndar bû, ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Kemal Harrazi ku 1'ê Nîsanê di êrişa hewayî de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên medya xwecihî diyar kirin ku Harrazi Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Navneteweyî ya ser bi Wezareta Karên Derve ya Îranê bû. Çavkaniyan gotin, "Beriya çend rojan di êrişeke terorê ya dijminê Emerîka-Siyonîst de birÎndar bû û vê êvarê şehîd bû."
Harrazi yê 81 salî li mala xwe ya li Tehranê bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku di êrişê de hevjîna wî jî jiyana xwe ji dest da.
Harrazi ku li Neteweyên Yekbûyî weke Sefîrê Bilind ê Îranê yê li New Yorkê wezîfe kir, di navbera salên 1997 û 2005'an de di dema Serokrkomar Muhammed Hatemi de wezîrê karên derve bû.