Wezîra Îngiliz: Dema ku plana bidawîkirinê tine be, şer 'dînîtî' ye

Wezîra Maliyeyê ya Îngilistanê Rachel Reeves 'dînîtiya' Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şermezar kir, ku "Bêyî planeke şênber a bidawîkirinê" li Rojhilata Navîn ketiye nava şer.

Wezîra Maliyeyê ji rojnameya Daily Mirrorê re axivî û got, "DYE bêyî plana bidawîkirina şer, bêyî vîzyoneke şênber a ku nîşan dide bê dixwaze çi bi ser bixîne kete nava vî şerî. Ev yek min matmayî dihêle, bi hêrs dike."

Rachel Reeves got, "Ya rast, her kesekî ku aqil di serî de hebe piştgiriyê nade rejîma Îranê, lê belê bêyî ku armanc zelal be, bêyî ku rêya derketina ji vê rewşê diyar be destpêkirina vî şerî bi dîtina min dînîtî ye. Û ev yek bandore li malbatên li Qraliyeta Yekbûyî, li malbatên li DYE'yê û li çar aliyên cîhanê dike."