UNICEF: Nêzîkî ji sedî 20 gelê Libnanê koçber bûne
UNICEF’ê, ragihand ku ji ber êrîş û gefên Îsraîlê li Libnanê ji sedî 20 gel koçber bûne. Li gorî rêxistinê bêhtirî 370 hezar zarok neçar mane ji malên xwe derkevin.
UNICEF’ê, ragihand ku ji ber êrîş û gefên Îsraîlê li Libnanê ji sedî 20 gel koçber bûne. Li gorî rêxistinê bêhtirî 370 hezar zarok neçar mane ji malên xwe derkevin.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê nêzîkî ji sedî 20’ê nifûsa Libnanê koçber bûye.
Nûnerê UNICEF’ê yê Libnanê Marcoluigi Corsi, da xuyakirin ku bêhtirî 370 hezar zarok neçar mane ji malên xwe derkevin.
'LI LIBNANÊ CIHÊ EWLE NEMANE'
Corsi, anî ziman ku li welêt ji bo sivîlan cihên ewle nemane û got ku Beyrûd jî di nav de tu dever, ne ewle ye.
Li gorî daneyên UNICEF’ê, di êrîşan de 121 zarok mirine û 399 zarok jî birîndar bûne.
BANGA ALÎKARIYA LEZGÎN
UNICEF’ê, ji bo alîkariya mirovî bigihîje kesên hewcedar banga lezgîn kir. Hat ragihandin ku heta niha alîkarî gihîştiye zêdetirî 167 hezar kesan.
HERÎ BÊHTIR JIN Û ZAROKÊN KEÇ BANDOR DIBIN
Her wiha rayedarên UN Women ê Neteweyên Yekbûyî, jî dan zanîn ku ji her çar jin û zarokên keç yek neçar mane ku ji malên xwe derkevin.
LI BAŞÛRÊ LIBNANÊ 150 HEZAR KES ASÊ MANE
Rayedarekî ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku ji ber hilweşîna pirê li ser Çemê Lîtaniyê nêzîkî 150 hezar kes li başûrê Libnanê asê mane.
Artêşa Îsraîlê, ragihandibû ku ew ji bo rê li ber veguhestina çek û alîkariyê ji bo Hizbûllahê bigire, pirê hilweşandine.
HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE
Li gorî Libnanê, ji 2’yê Adarê û vir ve di êrîşan de hezar û 116 kes hatine kuştin û 3 hezar û 229 kes jî birîndar bûne.